Li Kulliyeya Serokomariye pişti Yekemin Civina Konseya Hevkariya Stratejik a Astbilind di navbera Tirkiye ü Libyaye de bi imzaya hevpar a Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan ü Serokwezire Hikümeta Yekitiya Neteweyi ya Libyaye Ebdulhemid Dibeybe, danezana hevpar hat ragihandin.
Di danezana hevpar a Tirkiye ü Libyaye de teyida giringiya parastina serweri, serbixweyi, yekitiya ax ü siyasiya Libyaye di hemi astan de, hat kirin.
Herwiha tekezi li we yeke hat kirin ku Konseya Serokati ü Hikümeta Yekitiya Neteweyi takane pekhateya reveberiya rewa ye.
Di danezane de beyana we yeke hatkirin ku bi biryardari kordinasyona ji bo meşandina pevajoya siyasi ber bi hilbijartinen ku biryar e 24e meha 12an li gori teqwima diyarkiri be.
Di danezane de tekezi li giringiya piştevaniya Tirkiyeye ji bo tesis ü idameya agirbesteke mayinde ü berdewam li Libyaye hat kirin.
Di danezana hevpar de tekezi li we yeke hat kirin ku ji bo piştevaniya diyalog ü hevkariye li Rojhilate Deryay Spi ü herwiha ji bo garantikirina mafen aliyan, pedive konferanseke heremi be lidarxistin. -
|