Li Bornovaya navçeya İzmire daholvanen ku 50 sal in di rojiya remezane da li dahole dixin bi neviyen xwe ra derdikevin kuçe ü kolanan ü dixwazin vi kari derbasi nifşen nü bikin.
Daholvanen ku büne sembola rojiya remezane di paşive da li kuçe ü kolanan li dahole dixin ü welatiyan radikin paşive.
Li Bornovaye pişti fetare daholvan li Qehwexaneya Cotkaran ya Diroki dicivin ü xwe ji bona paşive amade dikin.
Daholvanen ku kal büne dixwazin vi kari ji neviyen xwe ra bihelin.
Bulent Orakçiye 57 sali ku dixwaze ev kar berdewam be Ahmet Uygunere neviye xwe ye 20 sali hildide cem xwe ü beyt ü beytiken remezane feri wi dike.
Orakçi destnişan kir ku di 7 saliya xwe da dest bi vi kari kirirye ü got ku, "Ez 50 sal in di paşive da li dahole dixim."
Kemal Atame 25 sali ji ji bona feri vi kari bibe bi Ergul Esmere kale xwe ye 60 sali ra derdikeve derva.
Atam diyar kir ku bi kale xwe ra derdikeve ü feri ledana dahole dibe.
Ergul Esmer xweziya xwe bi rojiyen bere ani ü wiha got: "Di navbera rojiyen bere ü yen niha da ferq heye. Niha sariti heye ü germahi nemaye. Edet ü çanda bere ji hole radibe. Kef ü xweşi hebü, le niha em nikarin bikevin nav avahiyan." -
|