Dadgeha Destüra Bingehin ya Iraqe biryara parlamentoye ya "dive encamen hilbijartine ji nü va bi destan ben jimartin" rast dit.
Seroke Dadgehe Midhat Mehmüd daxuyani da ü wiha got, "Biryara parlamentoye ya bira deng cardin bi destan werin jimartin ne li diji destüra bingehin e, rast e."
Mehmüd diyar kir, parlamentoye bi hinceta ku hile hatiye kirin biryar da ku dengen hilbijeren dervayi welet, penaber ü hezen asayişe yen Herema Kurdistana Iraqe werin betalkirin, le ev biryar ne li gor destüra bingehin e ü wan ev biryar red kir.
Parlamentoye endamen Komiseriya Hilbijartine ya Bilind ya Iraqe ji kar derxistin ü şüna wan dadger tayin kirin ku di jimartina destan da wezifeye bikin. Dadgehe tayinkirina dadgeran ji rast dit.
Parlamentoya Iraqe bi hinceta ku hile hatiye kirin biryar dabü ku encamen hilbijartina 12e gulane cardin bi destan werin jimartin ü dengen hilbijeren dervayi welet, penaber ü hezen asayişe yen Herema Kurdistana Iraqe werin betalkirin.
Ji bo betalkirina ve biryare Serokomari, Komiseriya Hilbijartine ya Bilind ya Serbixwe ya Iraqe ü Partiya Demokrat a Kurdistane seri li dadgeha destüra bingehin dabü. -
|