30.06.2022 11:56
Li Şanliurfaya ku yek ji bajaren giring en çandiniye yen Tirkiyeye ye, berhemen ku di çarçoveya projeya "Sera Kent"e da ten hilberin de ji bo cotkaran bibin dahata alternatif.
Li Şanliurfaya ku li ser 6,5 milyon dekar erdi çandiniya dan ü dexle te kirin, ji sedi 36e hilberina nisk, ji sedi 10e hilberina genim, ji sedi 15e hilberina ceh a Tirkiyeye te kirin. Li bajare ku ji xeyni dan ü dexl, pembü ü sebze ji ten hilberin, ji hela saziyen qamüye qederek xebat ten meşandin ku cotkar berhemen alternatif ji bireşinin.
Di ve çarçoveye da Şaredariya Eyyubiyeye bi hevkariya Serokatiya Reveberiya Peşketina Herema GAPe ü Midüriyeta Çandini ü Daristane ya Parezgehe va projeya "Sera Kent"e da destpekirin da ku li hereme celeben berheman ben zedekirin ü her wisa istixdam ü mefadariya abori were xurtkirin.
Di çarçoveya projeye da qedera 3 meh bere li ser 10 donim erdi 3 sera hatin avakirin. Di serayen ku sebzeyen weki tametes, isot ü xiyar ten çandin, ji bo hilberina berhemen alternatif ji weki gava ewil li ser 250 metrekare erdi ji bo ceribine fekiya ejder hat ajotin. Di serayan da her wisa nebaten weki zambaq, nergiz, guldexwin, simbil ten danin da ku celeben nebaten hereme dewlemend bibin.
Şaredar Mehmet Kuş ji peyamnere AAye ra diyar kir ku Şanliurfa ya ku yek ji bajaren sereke yen çandiniya Tirkiyeye ye, bi pembü ü her wiha dan ü dexl te binavkirin ü li welet fistiqen Entabe heri zede li wir ten hilberin.
Kuş bal kişand ku tametes, isot ü xiyaren serayen ku van dawiyan hatin avakirin, aboriye bi awayeki cidi mefadar dikin.
Kuş qala projeya ku dan destpekirin kir ü wiha got, "Di çarçoveya projeye da em berhemen ku li Şanliurfaye qet nehatine ceribandin diceribinin. Bi projeye va ji xeyni xurtkirina istixdam ü aboriye, em li hereme xebaten hilberina berhemen alternatif ji dimeşinin. Me weki destpek, fekiya ejder çand ü şitlen me heşin bün. Me bazara we ji ava kir. Em e fekiyen ejder en vir 9 meh şünda ixrac bikin. İnşelah ber ü berhema we de zede be. Em e di serayan da nebaten weki zambaq, nergiz, guldexwin ü simbilan ji daynin ü bidin cotkaren xwe da ku li hereme berbelav bibin."
Kuş bal kişand ku pirsgireka sereke ya bajer, bekari ye ü wiha dewam kir, "Di serayen em ava dikin da em e bi sedan jinan istixdam bikin. Her wisa em dixwazin hejmara serayan derxin 17an."
-