Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 04:15 
News  > 

"Ciyê destpêka dîrokê" Girê Miraza bi UNESCOyê ra sala xwe ya 4emîn temam kir

01.07.2022 12:42

Gire Miraza ji ber ku navenda heri kevn a baweriye ya dinyaye ye weki "ciye destpeka diroke" te tewsifkirin ü sala xwe ya çaremin di Listeya Mirata Dinyaye ya UNESCOye da temam kir, pişti wergirtina ve nasnave ji hela milyonek ü 597 hezar ü 87 kesan va hat ziyaretkirin.

Lekolineren ji zaningehen Stenbol ü Chicagoye di sala 1963yan da dema li hereme dixebitin wargeha ji heyama neolitik mayi ya 18 kilometre li düri Taxa Orencike ya li ser navçeya navende Xeliyeye ditin. Cotkareki dema zeviya xwe diajot peykerek dit ü daneyen heri berbiçav di sala 1986an da derketin hole.

Cotkare peyker dit fikiri ku qimeta vi keviri heye ü peyker teslimi rayedaren Muzeya Arkeolojiye ya Şanliurfaye kir.

Peşiye nehat fehmkirin ku peykere çi ye ü li muzeye hildan parastine. Prof. Dr. Klaus Schmidte Alman e ji bo kolana li Newala Çori ya li Hilwane hatibü bajer li muzeye parçeyen diroki ditin. Schmidt got dibe ku kevir geleki bi qimet be ü li ser peyker dest bi xebate kir.

Bi destüra ji Midüriyeta Gişti ya Muzeyan ü Berhemen Çandi ya Wezareta Çand ü Turizme hat sitandin va Enstituya Arkeolojiye ya Almanyaye ü Muzeya Şanliurfaye di seroktiya Prof. Dr. Klaus Schmidt da di sala 1995an da dest bi vekolane kirin. Di vekolanan da keviren weki Tye yen di navbera 3 ü 6 metreyan da direj ü her yeke wan kemzede 40 an 60 ton ten ü li ser wan resmen heywanan hene hatin ditin.

Di kolanan da di heman deme da parçeyen mezinahiya wan di navbera 8 ü 30 metreyi da diguherin ü "bermamiyen perestgeha heri kevn a dinyaye ya kemzede 12 hezar sali" hatin ditin, peykere insanan e 65 santem direj ü hin berhemen din hatin derxistin.

Gire Miraza ya her ku çü betir navdar bü, di sala 2011an ket "Listeya Berwext a Mirata Dinyaye" ya UNESCOye ü di 1e Tirmeha 2018an da ji di Civina Komiteya Mirata Dinyaye ya 42yan da ket Listeya Mirata Dinyaye.

Pişti ve gava 4 sal bere hat avetin Gire Miraza li dinyaye hat bihistin. Serokomar Recep Tayyip Erdogan sala 2019an weki "Sala Gire Miraza" ilan kir ü par turizma ve dere heyama xwe ya zerin dit.

Gire Miraza pişti ku ket Listeya Mirata Dinyaye di nava çar salan da ji hela milyonek ü 597 hezar ü 87 kesan va hat ziyaretkirin. Gire Miraza her wisa isal di roja duyemin a Cejna Remezane da 10 hezar ü 272 ziyaretvan ezimandin ü gihişt hejmara heri zede ya ziyaretvanan a di rojeke da.

Xebaten vekolane yen li şünware diroki Gire Miraza bi serokatiya Prof. Dr. Necmi Karul didomin.

Seroke Vekolana Gire Miraza Prof. Dr. Necmi Karul ji peyamnere AAye ra diyar kir, Gire Miraza pişti ku ket Listeya Mirata Dinyaye ya UNESCOye ket ber bala insanan ü hejmara ziyaretvanen we zede bü.

Waliye Şanliurfaye Salih Ayhan ji bal kişand, berhemen ku dikevin Listeya Mirata Dinyaye ya UNESCOye aliyen wan en taybet hene ü her wiha berhemen ku dikevin ve listeye ji navdari ü naskirina wan a li ser asta dinyaye zede dibe.

Ayhan got, Gire Miraza di Listeya Mirata Dinyaye ya UNESCOye da ku ev yek ji bo Şanliurfaye destkeftiyeke pir mezin e ü wiha dewam kir, "Ev ji bo me şanseki pir mezin e, em e xwedi derkevin ü ji nifşen din ra bihelin. Der heqe vir da em e pir xebatan pek binin. Dive salane milyonek ziyaretvan ben. Teşkilata Hevkariya İslami, Şanliurfa weki bajare sala 2023yan hilbijart. Ev yek ji ji bo sektora me ya turizme bü destkeftiyek. Ev hemü şans in ü em e inşelah bine van tevan dagirin."

​​​​​​​ -



 
Latest News





 
 
Top News