Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 18/04/2024 14:18 
News  > 

Çiyayên Cîloyê yên li Hekariyê eleqeyeke mezin dibînin

09.06.2021 13:26

Çiyayên Cîloyê yên li Hekariyê ji hêla gelek turîst, xwezahez û wênekêşan va tên ziyaretkirin Hîndekarê Zanîngeha Hekariyê Murat Adiyaman: "Bi saya xebatên Walîtiyê û Zanîngeha Hekariyê herêma Çiyayên Cîloyê wek Parka Neteweyî hat îlankirin û bêtir tê nasîn û eleqeyê dibîne.

Li Hekariye Çiyayen Ciloye yen havin ü zivistan di heman deme da le te jiyin di van rojen dawin da ji sedan xwezahez, çiyager ü wenekeşan ra mazüvaniye dikin.

Pişti tekoşina diji terore herem ewle ü aram bü, turizm ji geş bü ku ji van deran yek ji Çiyayen Ciloye ne.

Her roj gelek kes ten quntara Uludoruka ku raqima we 4 hezar ü 135 e, behna xwe vedidin ü weneyan dikişinin.

Ziyaretvanen ten hereme qeşaya li sere çiye, kulilken rengin ü xweşikahiyen din en hereme dibinin, weneyen wan dikşinin ü li ser medyaya civaki parve dikin.

"Herema me eleqeye dibine"

Hindekare Zaningeha Hekariye Murat Adiyaman daxuyand di demen dawin da xwezahez ten hereme ü wiha axivi: "Bi saya xebaten Walitiye ü Zaningeha Hekariye herema Çiyayen Ciloye wek Parka Neteweyi hat ilankirin ü betir te nasin ü eleqeye dibine. Ji nav welet ü dervayi welet gelek xwezahez ü wenekeş ten bajare me. Ez bawer dikim em e mazüvaniya gelek turistan bikin. Ew dibin heyrane herema me ü dixwazin zedetir ben vir ü dema xwe li vir xerc bikin."

Adiyaman got pişti ku di tevdiren Kovid-19e da rewşa ber bi normalbüne dest pe kir turizm we betir peşva here.

-"Erdnigariyeke nuwaze ye"

Ahu Akbaşa ji Fethiyeya navçeya Muglaye hatiye hereme ji got ev cara duyem e ew te ve dere ü wiha axivi: "Erdnigariyeke nuwaze ye. Bi peyvan va naye gotin. Me bi weneyan va ve yeke belge kir. Li aliyeki lütkeyen bilind, li aliye din kulilk ü nebaten kesk, li aliye din ji qeşa heye. Gelek wenekeş dixwazin ve dere bibinin."

Sati Gulere ku ji Stenbole digel hevjine xwe hatiye got, "Me nizanibü em e ciyen evqas bedew bibinin. Çand ü coxrafyayeke muezem e. İnsanen we pir mirovhez in. Bira herkes were ditina hereme. Ciyeki xweş ü aram e."

Selma Vefa Yildirime ku ji Edeneye hatiye, diyar kir ku mevanperweriya insanen hereme pir tesir li we kir ü ew adeta bü heyrana devere.

Yildirime bal kişand ku ew hatin da ku aliyen veşarti yen Hekariye keşf bikin ü wiha dewam kir, "Mirov nikare bi peyvan qala van bedewiyan bike. Yen ku helbest, çirok ü romanan dinivisin, yen ku ji xwezaye hez dikin, teqez dive werin ü ve dere bibinin. Ji bo ditina cemede pewist nake mirov biçe Alaskaye."

Wenehez Selda Çetina ku ji İzmire hatiye ji wiha got, "15 roj e ez li hereme digerim. Havin ü zivistana we cuda ne ü xweş in. Ez bi sere xwe tem ü dikarim bi hesani bigerim. İnsan mirovan li mala xwe dihewinin. Her der pir ewle ye. Bi rasti ji ciyeki zehf xweş e, mina cinete ye."

Li Zozane Merga Botan kamp te kirin

Wesayiten operatoren taybet ü yen türan diçin Çiyayen Ciloye yen 45 kilometre düri navenda Hekariye.

Geştiyaren ku bi wesayitan heta Geliye Bihişt ü Dojehe diçin, ji we şünda ji peyati bi qasi 3 saetan dimeşin ü derten ciyen ku le cemed heye.

Geştiyaren ji çaraliye welet li Zozane Merga Botan konen xwe vedigirin ü ji xwe ra kamp dikin. -



 
Latest News





 
 
Top News