Li Tunceliye 8 çiyageren ku hildikişiyan Çiyaye Munzure li quntara çiye rasti pezkoviyan hatin ü dimenen wan kişandin.
Çiyageren endama Kluba Werzişen Xwezaye ü Adrenaline ya Munzure ü çiyageren Şaxa Tunceliye ya Kluba Werzişen Çiyageriye ü Xwezaye ya Zirveye li gunde Karagoza li ser navçeya Pulumure dest bi hilkişina Çiyaye Munzure kirin.
Hilkişandina çiye ya 8 çiyageran 4 saet ü niv dewam kir.
Dema çiyager gihiştin 2 hezar ü 900 raqime rasti 70 pezkoviyen ku edi hindik maye koka wan biqele ü ji ber ve ten parastin, hatin.
Çiyageran demeke temaşeya pezkoviyan kir ü paşe wene ü dimenen heywanan kişandin.
Li ser 3 hezar ü 200 raqime çiyageran du gir tespit kirin, ji yeke ra gotin "Şamua 1" ü ya din ra ji gotin Şamua 2".
Ji bo ku nave giran ji hela fedarasyone va be tescilkirin ewe haya federasyone ji van giran bikin.
"Bajare me ji bo meşa xwezaye ciheki baş e"
Çiyager Mahmut Duymaz ji nüçegihane AAye ra got sirüşta Tunceliye pir xweş e ü ew dixwazin bajer bidin nasin.
Duymaz got ji bo ew rotayen nü çebikin ü alikariya wan bigihije nasandina bajer hildikişin çiyayan ü wiha dewam kir: "Dema em hilkişiyan me pezkovi ditin, temaşeya wan westandine mirov dide jibirkirin. Bajare me ji bo meşa xwezaye ciheki baş e. Di van meşan da jiyana kovi temaşekirin ü wene kişandin kefeke mezin e. Em ji nişke va rasti 70 pezkoviyi hatin. Em rüniştin ü me ew temaşe kirin, pir xweş bü. Bi we kefe em gihiştin lütkeye." -
|