Xetate ciwan e Iraqi Qasim Mihemed Riza li ser liben birinc navan dinivisine, neqşan xez dike ü bi ve va hewl dide ku debara xwe bike.
Li paytext Bexdaye li kuçeya sehafan Mutenebiye, Rizaye 25 sali ye ku dezgeheki wi ye piçük heye, li gori daxwaza mişteriyen xwe, navan li ser liben birinc dinivise.
Rizaye Bexdayi ye derçüyi Fakulteya Huneren Bedew, pişeya xwe ya ku bi dil ü can dike, ji peyamnere AAye ra rave kir.
Riza diyar kir, kare ku wi di 2009an da dest pe kir, wi ewil weki hobi kir ü wiha dewam kir, "Di sala 2017an da min bi alikariya hevaleki, ev kare xwe kir wek pişe. İnsan rexbete nişani pişeya min didin. Lewra tişten wiha cuda timi bala insanan dikişine."
"Li ser rüyeki libeke birince Süreya İxlase nivisi"
Riza got, ew dikare 8-9 navan li ser libeke birinc binivise ü wiha dewam kir, "Min li ser rüyeki libeke birince tevahiya Süreya İxlase nivisi. Ev qedera santimek ü niv ü du santimi ye. Min li ser liben niskan ji hemü naven Xwede nivisibün."
Riza diyar kir ku ew di heman deme da xetat e ü her wiha ew dikare li ser liben tizbiye ji navan binivise.
-
|