Resame ciwan e Iraqi Ebdul Ala Faysal banden manyetik en kaseten kevin berhev kirin ü ji bandan İbrahim Tatlises ji te da portreya gelek hunermendan çedike.
Iraqi heta sala 2003yan kaseten Ummu Gulsum, Ebdulhalim Hafiz, Feyrüz, Ferid Atraş, gelek hunermenden din en Ereb ü İbrahim Tatlises ü Sibel Can ji guhdar dikirin.
Ji ber ku kaset mina bere nayen guhdarikirin ü rabüne, Ebdul Ala Faysale ku li Bexdaye diji, bi qabiliyeta xwe ya resamtiye bi banden manyetik en kasetan va portreyen hunermendan çedike.
Faysal daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku ew pişti dibistana navin ü liseye 5 sal li Enstituya Huneren Bedew perwerde bü ü qabiliyeta wi ya çekirina resman bi ve perwerdeye peş ket.
Faysal li ser çekirina portreyan wiha axivi: "Rojeke ez vedigeyam male, min li keleka re banda kaseteke dit. Min ew hilda ü dani atolyeya xwe. Dema ku min Bob Marley guhdari dikir, bi bandan va çekirina portreya vi hunermendi ket hişe min."
Faysal diyar kir ku ew ji stranen İbrahim Tatlises hez dike ü ji ber ve ji wi bi banka kasete va portreya Tatlise çekir. -
|