Berdevke Serokomariye İbrahim Kalin got, "Xeta me ya sereki li Idlibe vegera mitabeqeta Soçiye ye."
Kalin dema civina kabineye li Kulliyeya Serokomariye bi serektiya Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan berdewam bü, daxuyani dan ü bersiva pirsan da.
Berdevk Kalin got, "Xeta me ya sereki li Idlibe vegera mitabeqeta Soçiye ye. Guherina xalen çavderiye mewzilbehs nin e. Bi mebesta parastin a vedere ü mihafezeya sivilan de tehkimat ü sewqiyata me ya bo hereme bidome. Dema eriş diji eskeren me, herweki hefteyen rabori çebü, bila gumana ti aliyan tune be, de bi awayei heri dijwar bersiv be dayin."
Kalin ji bo hevditinen derbare Idlibe digel Rüsyaye got, "Heta nuha ji mizakereyan encameke tetminker derneketiye. Nexşe ü kaxiza ku hat peşkeşkirin, me qebül nekir."
İbrahim Kalin derbare Pergala Hikümeta Serokomariye got, "Di serdemeke wisa de ku pergal diguhere, gel diaxive, biryare dide, iradeya gel di sindoqe de reng vedide, her car dubarekirina ve mijare ü bi gotgoten weke 'ji ber ve Tirkiyeye bi başi naye reveberin' ev tişt ne li gori rastiyen siyasi, civaki yen welate me ne."
Berdevke Serokomariye Kalin bal kişand ser erişa hezen giredayi Xelife Heftere serkirdeye milişen narewa yen li rojavaye wi welati, ya bi müşekan diji Bendera Trablüse ü got, "Erişeke tacize bü le isabet nekir. Demildest bersiv hat dayin." -
|