Çine ji ber ku destroyereka giredayiye sitola Amerikaye ye ket Behra Çine ya Başür reveberiya Washingtone bi provakasyon kirine sücdar kir.
Berdevke Wezareta Berevaniya Çine Rin Güoçiang daxuyani da çapemeniye ü diyar kir ku destroyereka bi nave USS Mustine ya sitola Amerikaye bi qasi 12 mil nezi Giraven Nanşaye yen di nav Behra Çine ya Başür da ye bü ü li ser ve firkateynen Huangşan ü Cinciang a giredayiye Arteşa Rizgariya Gel a Çine ne sewqi hereme hatin kirin ü ew hat hişyarkirin.
Rin got ku reveberiya Washingtone di bin nave azadiya gere da di nav Behra Çine ya Başür da bi awayek dereqanüni ü provakatif tevdigere ü asti ü istiqrara hereme dixe nav talükeye. -
|