Cezeriya yekemin erebeya difire ya ku ji aliye Baykare ve milli ü taybet hat çekirin, firen xwe yen teste yen ewil bi serkefti temam kir.
Li gori daxuyaniya ji Baykare, testen firine yen "Erebeya Difire Cezeri" di reveberiya Revebere Teknike ye Baykare Selçuk Bayraktar de, 11e ilone roja iniye destpe kirin. Cezeriya ku di testen xwe yen peşi de bi xelatan ve hat giredan ü firiya, şeva 14e ilone bi 15e ilone ve giredide pişti ku fira bi xelatan serkefti derbas bü edi firin beyi xelatan çebü.
Di testa firine ya duyemin de ku li Navenda İmalate ya SİHA Ar-Ge ya Milli ya Baykare be xelat hat lidarxistin, "Erebeya Difire Cezeri" bi qasi 10 metroyan ji erde bilind bü.
Cezeriya ku ji aliye endazyaren Tirk ve hat dizayn ü imalkirin nave xwe ji avakare zanista sibernetik ü robotik, serendazyare Qesra Artukluye, zanyar Cezeriye xelke Cizira Botan werdigire. -
|