Hat ragihandin arteşa İsraile erişa esmani ya di 7e tebaxe da diji Şerida Xezeye kir ji ber ve 5 zarok hatin kuştin qebül kir.
Li gor nüçeya rojnameya Haaretze ya ku çavkaniyen parastine ji xwe ra kiriye palgeh, arteşa İsraile peşlekolina xwe ya der bare erişa esmani ya di 7e tebaxe da li herema Cebaliyeye ya Xezeye hatibü kirin ü 5 zaroken temene wan di navbera 3-16yan da ne hatibün kuştin da temam kir.
Di encama lekoline da arteşa İsraile qebül kir ku wan ve erişa esmani kiriye.
Di nüçeye da beyi ku nave rayedaren arteşa İsraile be eşkerekirin hat gotin ji ber ku Cihada İslami moşekan avetiye ü ew disa pekiyaye Xezeye ev eriş hatiye kirin. Le hat destnişankirin tu rayedareki ji arteşa İsraile berpirsyariya ve erişe li ser Cihada İslami bar nekir.
Hat eşkerekirin ku di erişe da Cemileddin Necm (3), Cemil İhab Necm (13), Muhammed Necm (16), Hamid Necm (16) ü Nesmi Karaş (15) hatine kuştin.
Berdevktiya arteşa İsraile di daxuyaniya xwe ya niviski da gotibü di erişen se rojan dewam kirin da arteşe erişi hedefen Cihada İslami kir ü ji bo ku tu zirar negiheje sivilan ü malen wan çi ji dest te ew te kirin.
Di 6e tebaxe da di büyereke din da ji li herema Cebaliyeye teqinek çebübü ü heri kem 4 zarok hatibün kuştin.
Berdevke Arteşa İsraile Avichay Adraee li ser hesabe xwe ye medyaya civaki daxuyandibü ku Cihada İslami moşekek avetiye ü ew disa pekiyaye Xezeye ü ji herema Cebaliyeye dimen parve kiribü.
Komen Filistini der bare erişe da tu daxuyani nedabün. -
|