Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 04:28 
News  > 

Cabîrê Wezîrê Endustrî û Teknolojiya Pêşketinê yê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb têkiliyên Tirkiye û welatê xwe nirxand

24.11.2021 16:56

"Di navbera herdu welaan da jî bingehên şirîk ên xurt hene. Em dikarin vê pêşva bibin û lazime pêşva jî bibin.

Siltan el Cabire Wezire Endustri ü Teknolojiya Peşketine ye Mirektiyen Yekbüyi yen Ereb (MYE) ziyareta Mirzaye Weliehd e Abü Dabiye Şex Mihemed bin Zayid Al Nahyane ku li ser vexwendina Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan pek hat nirxand ü got ku ev serdan nişaneya heyameke nü ye ü got: "Di navbera herdu welatan da ji bingehen şirik en xurt hene. Em dikarin ve peşva bibin ü lazime peşva ji bibin."

Siltan el-Cabir tekiliya di navbera Tirkiye ü Mirektiyen Yekbüyi yen Ereb da ji bo TRT Habere nirxand.

Di axaftina xwe da Siltan el-Cabir destnişan kir ku serdana Mirzaye Weliehd e Abü Dabiye Şex Mihemed bin Zayid Al Nahyan a ber bi Tirkiyeye va ji her aliyi va gelek muhime ü wiha pe da çü: "Ev ziyaret di demeke wisa da çebü ku Tirkiye ü MYE li ser vizyoneke geşdar, bi istiqrar ü aştiyane ya peşeroja hereme dixebitin. Şirikatiya ve hevkariye ji xweşbini, berjewendiyen hevpar ü helbet avakarina tekilyien çetir e."

Cabir ragihand ku armanca sereke ya serdane bazirgani, peşvebirina şirikatiyen kar ü teyidkirina veberhenanen ku we ben kirine ü wiha domand: "MYE ü Tirkiye li hereme du welaten ji hela abori ü civaki va çalak in. Herdu welet ji xwedi çanden cihe ne. Me herduyan ji bere xwe daye tekiliyen abori ji bo peşvebirina we pevajoye hewl didin."

"Bingehen pir xurt en herdu welatan ji hene. Em dikarin ve peşve bibin ü dive em bibin ji"

Cabir bi bir xist ku tekiliyen di navbera Tirkiye ü MYEye da nü ninin ü herdu welet demeke direje ku ji hela civaki, abori ü çandi va hevkari kirine.

Di axaftina xwe da Cabir got ku MYE li hereme ji şiriken heri mezin en Tirkiyeye yek e ü wiha domand: "Li ser vexwendiya Serokomar Erdogan serdana Mirzaye Weliehd e Abü Dabiye Şex Mihemed bin Zayid Al Nahyan bi rasti ji nişan dide ku ev tekili we ber bi heyameke nü va here ü ev ji nişaneye. Bingehen pir xurt en herdu welatan ji hene. Em dikarin ve peşve bibin ü dive em bibin ji."

Cabir daxuyand ku ew bi awayeki berfireh li ser şirikatiya navbera her du welatan sekinin, ev tevkari we li ser bingeha heyi ya navbera her du welatan were avakirin ü bi bazirganiya abori va tekiliyen civaki yen gelek sektoran we werin xurtkirin. Cabir wiha dewam kir:

"Helbet ev tekili we di ware vejen, tenduristi, xida, çandi, lojistik, liman, gihandin, sanayi, imalat, binesazi, finans, piyaseyen sermayeye, teknoloji, turizm, çand ü her weki din da xurt bibin. Her wiha ji bo pirsgireken kurewi yen weki guherina av ü hewaye, vejeni xida ü ewlehiya ave ji em dixwazin şirikatiyan ava bikin. Weki ku hün dizanin MYE li hereme şirike bazirganiye ye heri mezin e Tirkiyeye ye. Ji 2019an heta 2020i ixracata MYEye ya Tirkiyeye zedetiri ji sedi 110an zede bü ü bazirgani bi tevahi ji sedi 21 zede bü. MYEye di 5 salen dawin da heri zede li ser sektoren gihanidn, vejena xwenükiri ü turizme ya Tirkiyeye veberhenan kir. Li MYEye ji veberhenanen Tirkiyeye heri zede li ser inşeat, perçeyen otomotive ü vejena xwenükiri ye. Pişti vi qasi em amade ne ku zedetir tevkariye bikin ü van veberhenanen serkefti xurt bikin. Tirkiye weki cinareki heremi ü nezik seba me şirikeki nüwaze ye." -



 
Latest News





 
 
Top News