Bekir Bozdage Alikare Serokwezir di Komxebata Çand, Türizm ü Demokrasiye ya Navneteweyi da ku bi deste Komeleya Weşangeren Anadoluye li Muzeya Girtigeha Ulucanlare hat lidarxistin da axivi.
Bozdag der bare referanduma serxwebüne ya Herema Kurdistana Iraqe da wiha got: "Ev reyeke bi talüke ye, kareki rast nine. Barzani bi agir dilize. Ev agir we peşiye Barzani bişewitine, paşe ji yen din. Reya rast ew e ku ji ve yeke vegere, teslimi aqle selim bibe, referandume betal bike."
Bekir Bozdag destnişan kir li bakure Iraqe tene kurd najin tirkmen, ereb ü ji netewe ü baweriyen cuda gelek insan dijin ü wiha got: "Hemü kurd ji ve biryara referandume ra nabejin 'ere.' Nive parlementeran tevli dengdayina di parlementoya hereme hat kirin nebün. Hin kesen beşdar bün ji gotin 'na'."
Bozdag diyar kir gelek siyasetmedaren li ser nave kurdan siyasete dikin li diji referandume derdikevin ü wiha got: "Tirkiye, İran, Süriye, Iraq ü Neteweyen Yekbüyi li hember derdikevin. Her kes li hember e ü aqilane nine meriv kareki her kes li hember e bike."
Bekir Bozdag destnişan kir her geşedanen li Iraqe rasterast bi ewlehiya neteweyi ya Tirkiyeye ra eleqedar in. -
|