Boksoren Wani di Şampiyoniya Bokse ya Sterken Tirkiyeye da 4 medalya qezenc kirin.
Li gor daxuyaniya ku Midüriyeta Xizmeten Ciwaniye ü Spore ya Bajer hat dayin, ji 51 bajeran 490 werzişkar beşdari şampiyonaye li Marmarise bün.
Di şampiyonaye da ji tima bokse ya Wane di 54 kiloye da Yakut Yilmaz bü seyemine Tirkiyeye.
Di 63 kiloye da Hamza Aslan, di 80 kiloye da Seyit Ahmet Gevaş ü di 52 kiloye da Ozgür Kaya ji bün çareminen Tirkiyeye.
Antrenore Ayhan Oz daxuyaniyek da ü ji ber serkeftina werzişkaran spasiya wan kir ü wiha got:
"Em li ser nave Wane bi 6 werzişkaran beşdari şampiyonaye bün. Ev 6 sal bü ji bo ve şampiyonaye amadehi dikirin. Em ji ber van xelatan geleki kefxweş bün." -
|