Konseya Weqfen İslami ya Qudse ku giredayi Wezareta Weqf, Karen İslami ü Muqeddesate ya Urdune ye, biryara ji bo 3 hefteyan girtina Mescida Eqsaye ya ji ber zedebüna peketiyen virusa koronaye ya nü (Kovid-19) betal kir.
Peywirdareki ji Konseya Weqfen İslami ya Qudse ku nexwest nave wi were eşkerekirin, di daxuyaniya da peyamnere AAye da diyar kir, ji ber ku polese İsraile re da ku Cihüyen tundrev bikevin Mescida Eqsaye, Konseye biryara girtina Herema Şerif betal kir.
Peywirdar diyar kir ku ew li hemberi biryara polese İsraile şaş ü metel man ü wiha dewam kir:
"Li hemberi ve biryara polese İsraile bi rasti em şaş ü metel man. Polese ku biryara me ya bere ya girtine cibici kir, ve care ji red kir. Lewma em e ji Mescida Eqsaye vekiri bihelin ku Misilman ibadete bikin."
Endame Konseya Weqfen İslami ya Qudse Hatem Ebdulqadir di daxuyaniya xwe ya ku nava roje dabü nüçegihane AAye da wiha gotibü, "Ji ber ku peketiyen şewba Kovid-119e cardin zede bün, konseye biryar da ku Harema Şerif seba 3 hefteyan ji ibadet ü ziyarete ra were girtin."
Ji ber Kovid-19e Mescida Eqsaye di 22ye adare da bi temami hatibü girtin, pişti ku şewb hineki kem bü di 30e gulane da cardin hatibü vekirin.
Li Filistin ü İsraile pela duyemin
Li Filistine pela duyem a şewbe tund derbas dibe. Li İsraile ji di 24 saeten dawin da 5 hezar ü 500 peketi hatin tesbitkirin. -
|