Hevseroka Gişti ya HDPye Pervin Buldan der bare biryara Mehkemeya Mafen Mirovan a Ewropaye (AHİM) ya ji bo Hevseroke HDPye ye bere Selahattin Demirtaş da got: "Biryara AHİMe giring e. Li gor serdestiya hiqüqe dive ev biryar ji hela mehkemeyen heremi demildest bi biryareke va ben giredan ü em dixwazin Selahattin Demirtaş di seri da hemü hevalen me yen girti bila demildest ben berdan."
Buldan di Civina Koma TBMMye ya partiya xwe ya ku bi tene jin beşdar bün da axivi.
Ji bo wefata Erdin Bircane Parlamentere Edirneye ye CHPye Buldane ser saxi da CHPye ü malbata Bircan.
Buldane biryara AHİMe ya der bare Selahattin Demirtaş da bi bir xist ü got ew ji ber ve biryare kefxweş in.
Buldane got biryara AHİMe giring e ü wiha axivi: "Biryara AHİMe giring e. Li gor serdestiya hiqüqe dive ev biryar ji hela mehkemeyen heremi demildest bi biryareke va ben giredan ü em dixwazin Selahattin Demirtaş di seri da hemü hevalen me yen girti bila demildest ben berdan."
Buldane behsa politikayen li ser dijminatiya jinan kir ü wiha dewam kir: "Li Tirkiyeye her roj heri kem penc jin ten kuştin. Jin bi awayeki sistematik ji hela gelek aliyan va rasti erişan ten. Ji qada kamuye ü siyasi ten qewirandin, ji jiyana civaki ü ekonomik ten dürxistin." -
|