Di nükirina Bircen Diyarbekire yen UNESCOye da di sala 2015an da li ser Listeya Mirata Çandi ya Dinyaye zede kir da tel ü hesinen Fiber Reinforced Polymer (FRP) yen xerab nabin ü zeng nagirin, ten bikaranin.
Ji bo Bircen Diyarbekire yen li navçeya Süre ben nükirin xebat dewam dikin.
Komisyona Zaniste ya di bin bane Wezareta Çand ü Turizme da hatiye avakirin ü pisporen Lijneya Şewirmendiye xebatan dişopinin.
Ji bo ku birc hilneweşin, qube ü diwaren we ben saxlemkirin tel ü hesinen bazalt en FRPye ten xebitandin.
Ev hesin di nav keviran da ten bikaranin ku di bircan da zirar çenebe ü emre wan direjtir be.
"We ji bo turizme geleki baş be"
Seroke Daireya İmar ü Bajarvaniye ya Şaredariya Bajare Mezin a Diyarbekire Mehmet Karaaslan ji nüçegihane AAye ra daxuyand 11 meh bere xebaten nükirine dest pe kir, ji 98 bircan ihaleya 24 bircan temam bü ü xebaten wan dewam dikin.
Karaaslan ani ziman armanca wan ew e ku ev bircen ji kal ü bavan emanet mane ben parastin ü wiha axivi: "Armanca me ew e ku ew bigihije nifşen nü ü hebünen çandi ben parastin. We ji bo turizme geleki baş be, dema turist ben bajer abori ji we peşva here."
Karaaslan got gelek avahiyen ku bi bircan va zeliqandi hatibün çekirin ü zirare didan hatin hilweşandin.
"Ev melzeme cara ewil e di süren Diyarbekire da te bikaranin"
Karaaslan daxuyand nükirina bircen Ben ü Sen ü Heft Birayan par di meha tebaxe da hatibü destpekirin ku ew e di ilone da çekirina wan temam bikin, xebaten din ji we bidomin.
Der bare tel ü hesinen Fiber Reinforced Polymer (FRP) da ji Karaaslan got ev melzeme ji karbon cam ü bazalte hatiye çekirin ü li dervayi welet geleki te bikaranin ü wiha dewam kir: "Taybetmendiya we ya heri giring ew e ku zeng nagre ü xerab nabe. Em vana di navbera diware derva ü ye hundir da bi kar tinin ku diwar saxlem bin. Ev melzeme cara ewil e di süren Diyarbekire da te bikaranin ü em bi saya we gihiştin encamen baş." -
|