Rifat Sinirliye ku bi esle xwe kurd bü, li Reyhanliya navçeya Hataye di erişa biroket a ku PYD/PKKe li diji sivilan kir da mir. Aşüne Sinirliya jina wi piştgiri da Operasyona Çiqle Zeytüne ü lenet li rexistina terore ani.
Di erişa ku teroristen PYD/PKKe di 2ye sibate da kirin ü ji deveren çiyayi yen Efrine roket avetin Reyhanliye da sivil miribün ü di nav sivilan da Rifat Sinirliye 65 sali ü cotkare teqawid ji heye.
Aşüne Sinirli pişti mere xwe hewl dide ku 7 zaroken xwe ü neviyen xwe sakin bike.
Cihe serxweşiye li mala Sinirliya 65 sali ye. Sinirliye daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku ji destpeka operasyone vir va mere we ji eskeren Tirk ra dia dikir.
"Bira ew cani nave Kurdan bi kar neynin"
Sinirliye diyar kir ku perçeyen şarapnelan li sere mere we ketin ü li cihe büyere can da ü wiha dewam kir:
"Li gor gotina kesen ku bün şahid, roketa ewil li bine sikaka ku mere min li ser büye, ketiye. Wi ji poşeten deste xwe daniye ku alikariya birindaran bike. We deme roketa duyemin ketiye ü şehid büye. PKKyi dibejin ku em ji bo Kurdan şer dikin. Ew derewan dikin. Misilman ninin. Ew kafir in. Merive misilman deste xwe ji misilmaneki din ra bilind nake ku lexe. Ez Kurda qiza Kurda me, esle min Kurd e. Em di bin alaya Tirkiyeye da dijin. Em dikarin ji bo Tirkiyeya xwe niha ji ruhe xwe bidin. Ew bi tu awayi nikarin me temsil bikin. Terorist diqirin ku 'Li Kurdan dixin'. Mere min ji Kurd bü. Bira ew cani nave Kurdan bi kar neynin. Kes li Kurdan naxe, li teroristan dixe. Em bi teroristan ra şer dikin, bi Kurdan ra şer nakin. Bira Kurden durist werin, me ji wan ra hembeza xwe vekiriye. Yen ku xayin in, bira ji me dür bisekinin. Tirkiye xwedi li her kesi derte, tu wexti naveje. Dewlet Kurd, Tirk naneqine, wan zaliman dineqine." -
|