Hat ragihandin, Seroke Amerikaye Joe Biden ü Serokwezire Iraqe Mistefa Kazimi li ser erişen rokete yen dawin en li Iraqe axivin.
Qesra Spi li ser peywendiya Biden ü Kazimi ya bi telefone, daxuyaniyeke niviski belav kir.
Di daxuyaniye da wiha hat gotin, "Serok piştgiriya Amerikaye ya ji bo serweri ü serxwebüna Iraqe piştrast kir ü lidertiya Serokwezir piroz kir. Herdu li ser erişen rokete yen ve axiriye li diji personele Iraqi ü ye Hevpeymane hatibün kirin sekinin ü di we mijare da bi hev kirin ku kiryaren erişe bi temami weki berpirs ben qebülkirin."
Di daxuyaniye da her wisa hat destnişankirin ku Biden ü Kazimi bal kişandin ser giringiya peşxistina peywendiyen Amerika-Iraqe ya bi reya "Diyaloga Stratejik".
Li Iraqe li diji Balafirgeha Hewlere ku eskeren Amerikaye ji le ne hefteya çüyi, li diji Herema Kesk a Bexdaye ji per erişen rokete hatibün kirin.
Gelek çavkaniyen hereme İrane nişan didin, le peywirdaren Amerikayi diyar kiribün ku lekolina wan a tesbitkirina kiryaren erişan he temam nebüye. -
|