Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 24/04/2024 12:35 
News  > 

Bi Ser Gola Krater Nemrûdê Ziyaretvan Hildiweşin

18.07.2018 12:28

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî ku li dijî rêxistina terorê PKKyê operasyonên serkeftî hatin lidarxistin û ewlekarî û aramî hat edilandin, bêtir tûrîst tên ziyareta herêmê Li Tetwana navçeya Bitlîsê yên ku tên seredana Gola Krater Nemrûdê ku raqima wê 2 hezar û 250 mêtro ye û herwiha...

Li Herema Rojhilate Anadoluye pişti ku hezen ewlekariye li diji rexistina terore PKKye operasyonen serkefti li dar xistin ü herwiha ewlekari ü arami edilandin, hejmara türisten xumali ü dereke yen ku ten ziyareta hereme ji zede bü.



Yek ji rawestgehen giring en türistan, Gola Krater Nemrüde ya li Tetwana navçeya Bitlise ye ku raqima we 2 hezar ü 250 metro ye ü herwiha mezintirin gola krater a Tirkiyeye ye. Li ve dere ligel bedewiyen xwezaye, golen ava sar ü ava germ, şikefta cemede, kunen buxare ü çend cinsen balindeyan hene.



Bi xwezaya xwe ya newaze ü dimene xwe ye behempa va Nemrüd, ziyaretvanen xwe hejmetkar dihele.



Ziyaretvan bi şirketen türe va ten ditina Nemrüda xwedi "Xelata Newazetiye" ku di çarçoveya projeya "Destinasyonen Bijarte yen Ewropaye (EDEN) da hatibü dayin ü ji xwe ra weneyen ve xweza ü bergeha bedew dikişinin.



Midüre Çand ü Türizme ye Bitlise Ramazan Gencan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da diyar kir ku bedewiya xwezaya hereme bala türisten xumali ü dereke dikişine.



Gencan diyar kir ku bi taybeti di çend mehen dawin da gelek türisten biyani bi karavanayen xwe va ten ditina Gola Krater Nemrüde ü wiha pe da çü:



"Bi taybeti li bajaran ü di türizma xumali da eleqe pir zede ye. Ev yek karigeriye li türizma dereke ji dike. Operatoren türizme ü acenteyen me dixwazin werin ü bedewiya Gola Wane ü herwiha Gola Krater Nemrüde bibinin ü kewş bikin. Pişti ku rüdanen nexweş neman ü arami ü ewlehi hat edilandin, biyani ji ten herema me."



"Roj bi roj hejmara ziyaretvanen me zede dibe"



Gencan bal kişand ku Nemrüd bala türisten Ewropayi dikişine ü wiha dewam kir, "Türisten biyani ligel malbaten xwe ten ditina ve xezineya ku di dinyaye da gola heri mezin a krater a duyemin e. ve deme roj bi roj hejmara ziyaretvanen me zede dibe. Em timi ligel şirketen türan di peywendiye da ne. Bi taybeti şirketen mezin en li Enqere ü Stenbole ji bo Rojhilat ü Başüre Rojhilate Anadoluye türan li dar dixin.



Li herema me bedewiyen istisna hene ku dive ben ditin. Heger insan xwe ewle ü aram his bikin, de bixwazin werin ü van deran bibinin. Di ve axiriye da me ev yek pek ani."



Papatya Karahana Muglayi ku di çarçoveya gera rojhilate da hatiye ditina Gola Krater Nemrüde, diyar kir ku ev cara yekemin e ku ew te Tetwane ü bal kişand ku Nemrüd ciyeki newaze ye.



Karahane wiha axivi, "Ciyeki pir cuda ü xweş e. Ji me ra eceb hat. Mesafe hineki dür e, lebele mirov dikare bi balafire ji were." -



 
Latest News





 
 
Top News