Serokwezir Binali Yildirim di civina nasandine ya "Projeya Piştgiri ü Nirxandine ya Endustriyel" da axivi ku li oteleke hat lidarxistin.
Yildirim der bare xebaten di ware pişesaziya parastine da wiha axivi: "Di pişesaziya me ya berevaniye da hecmeke 60 milyar dolari heye. Ji 600i zedetir projeyen me hene. Di nav 10 salan da we ev proje ben çekirin ü ji projeyan peymanen bi qasi 12-13 milyari hatine imzekirin. Yen din ji we peyderpey pek werin."
Serokwezir Yildirim bal kişand ser Operasyona Çiqle Zeytüne ü wiha got: "Qedera Operasyona Efrine bi saya droneyen çekdar ü yen ne çekdar guheri. Ev ji bona me bü serkeftinek. Çek ü cebilxaneyen ku dabün terefe dijber di bin ve serkeftina me da man."
Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Heger dosten me qenciya me dixwazin bila pirsgireke dernexin. Bila xwe nedin pişta rexistinen terore ü bere çeken xwe nedin me. Bila çekan nedin wan ü bi rexistinen terore ra hevkariye nekin. Bila nişan bidin ku hevkare stratejik ü dosten Tirkiyeye ne."
Serokwezir Yildirim der bare operasyonen ten meşandin da wiha peyivi: "Niha kem-zede rojavaye Ferate di bin kontrole da ye, le li rojhilate Ferate ü bakure Iraqe gef ü talüke dewam dike. Loma ji gef ü talüke ji rojava ü rojhilat yan ji ji dereke din were ferq nake, em e li wir bin. Li nav welet ü dervayi welet ferq nake, rexistina terore di hedefa Tirkiyeye da ye ü meseleya ewlehiya neteweyi ye. Heta ku ewlehiya can ü male welatiyan pek were we ev dewam bike." -
|