Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 13:06 
News  > 

Bi saya çalakiya dayikên Diyarbekirê malbateke din gihaşt ewladê xwe

29.09.2020 17:11

Malbata Kaya ya ku ji bo ewladê xwe yê revandin serê çiyê li Diyarbekirê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê beşdarî nobeda ewladan bû kêfxweş e ku piştî 5 salan gihaştin zarokê xwe yê teslîmê hêzên ewlehiyê bû.

Hesreta ewlade ya malbata Kayay ya ku ji bo zaroke xwe ye revandin çiye li ber dere Serokatiya Bajer a HDPye çalakiya rüniştine dikir, xilas bü.

Malbata Kaya ji bo kure xwe Cumaye ku 5 sal bere di 17 saliya wi da revandin sere çiye ji Bingole hat ü li ber dere avahiya Serokatiya Bajer a HDPye ya Diyarbekire dest bi çalakiye kir. Cuma di encama xebata qanikirine ya ku Fermandariya Gişti ya Cendirmeyan ü Midüriya Gişti ya Ewlehiye bi kordineya Wezareta Karen Navxweyi kir li Şirnexe li Deriye Sinor e Xabure teslime hezen ewlehiye bü.

Dayik Perihan ü bav Fettah Kayaye ku mizgini dan wan hatin Midüriya Ewlehiye ya Bajer ü kure xwe Cumaye ku 5 sal bü di hesreta wi da bün hembez kirin ü rondik barandin.

18 malbat gihaştin ewlade xwe

Pişti ku malbata Kaya gihaşt kure xwe Cuma jimara malbaten ku ji bo xilaskirina ewladen xwe çalakiya rüniştine dikin ewladen xwe ji nav lepen terore xilas kirin derket 18an.

Pişti ku dayik Hacire Akar di 24e tebaxa 2019an da gihaşt kure xwe Mehmet dayk Hatice Ceylan gihaşt kure xwe Cafer, Husniye Kaya gihaşt keça xwe Mekiyeye, dapir Halime Kadran gihaşt neviye xwe Halil İbrahim Kadran, bav Metin Açan guhaşt kure xwe H. Açan, bav Nizamettin ü dayik Aslihan Eşrefogullari gihaştin kure xwe Huseyin, dayik Gevriye Ayhan gihaşt keça xwe Peldaye, bav Melik ü dayik Mele Aslan gihaştin kure xwe Volkan, dayik Muteber Birlik gihaşt kure xwe Veysi, dayik Cahide Alkan gihaşt kure xwe Mehmet Emin, dayik Şahize Altinkaynak gihaşt keça xwe Haliseye, bave astengdar Cemal Ertaş gihaşt kure xwe Ramazan, dayik Naime Dalmiş gihaşt keça xwe Tekoşine, Haşim Açare teslim bü li nexweşxaneya le dihat dermankirin gihaştibü bave xwe, dayik Sever Fidan gihaştibü kure xwe Tayfur, dayik Gulşen Çetin gihaşt kure xwe Erdal, dayik Meryem ü bav Fahrettin Akkuş ji ewlade xwe Erkan hembez kiribün ü ji şahiyan giribün. -



 
Latest News





 
 
Top News