Sekretere Gişti ye Neteweyen Yekbüyi (NY) Antonio Guterres diyar kir ku li seransere dinyaye bi qasi 2 milyar insan nikarin ava paqij peyda bikin ü heke di mijara revebirina ave da gav neyen avetin, di sala 2050yi da we ji 4 kesan yek di mijara peydakirina ava paqij da zehmetiye bikişine.
Guterres ji ber "Roja Ave ya Dinyaye" di Lijneya Gişti ya NYye da axivi ü ragihand ku li seransere dinyaye heke bikaranina ave baş neye birevebirin we li gelek deveren dinyaye pirsgireka ave zede bibe.
Sekretere Gişti ye NYye Guterres destnişan kir ku ji ber guherina avhewaye taluke her ku diçe zede dibe ü ji sedi 80yi berşo ji parzünekiri beri derva ten dayin.
Guterres ragihand ku ji sedi 90i zedetiren afatan ji ji ber av ü yan ji çavkaniyen ave pek ten.
Di axaftina xwe da Guterres got: "Heta sala 2050yi heri kem we ji 4 kesan yek di mijara peydakirina ava paqij da zehmetiye bikişine."
Rapora Peşketina Ava Dinyaye ya NYye
Di rapora Peşketina Ava Dinyaye ya NYye da hat gotin ku heta sala 2050yi we ji 5 milyari zedetir kes di peydakirina ava paqij da we zehmetiye bikişinin ü ji bo ve ji hişyari hat dayin.
Di rapore da hat gotin ku ji çaran siseye dinyaye ji ave pek te le di nav ve ave da bi tene qisme ku ji sedi 2,5an pek te ji ava vexwarine ye. Ji we ava vexwarine ji bi tene ji sedi yek bo çar aliye dinyaye te bikaranin. -
|