Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 19/04/2024 12:06 
News  > 

Bi pêşengiya Adnan Menderes di qada çandiniyê da pêşveçûn û bikaranîna makîneyan zêde bûbû

27.05.2020 15:11

Bi saya gaven ku di heyama serokwezirtiya Adnan Menderes da ji bo çandiniye hatin avetin li Tirkiyeye şoreşek qewimibü. Hejmara traktoran (motor), zeviyen hatin ajotin ü dex lü denen ku hatin rakirin zede bün ü cotkaren li Tirkiyeye çetir qezenc kirin.

Li gor agahiyen ku nüçegihane AAye ji weşanen heyama Partiya Demokrate (PD) berhev kir di dema serokwezirtiya Menderes da di qada çandiniye da gaven gelek muhim li pey hev hatine avetin.

Menderese li Aydine di Çewlika Çakirbeyliye da hatibü dinye ü kure cotkareki bü qedr ü qiymete dida zevi ü çandiniye. Menderes di 23 saliya xwe da hemü kar ü baren çewlike hilda ser xwe ü ji çandiniye baş fehm dikir ü pirsgireken sereke yen çandiniye ji zanibü.

Dema desthilatdari ket deste Menderes wi di peyama xwe ya re ü regezen ku we ji bo çandiniye ben sepandin da got: "Ji nifüsa Tirkiyeye sedi 80 li gundan dijin. Ji zeviye ra tovek baş, gubre, makine ü avdan lazim dike. Gundiyen me nikarin bi tena sere xwe ji heqe van yekan ben der ü lazime wek dewlet em ali wan bikin."

Reveberiya PDe di heyama desthilatdariya xwe ya 10 salan da ji budçeye para Wezareta Çandiniye zede kir, baca ji kar ü baren çandiniye dihat hildan rakir, di çarçoveya Qanüna Ji Cotkaran ra Zevi da bi hezaran donim erd li gundiyan pay kir, fakulteyen ziraete vekir, di ve qade da dest bi dayina perwerdehiye kir ü bi saya van kirinan ji ferqa xwe ü hikümeten din raxist peş çavan.

Hejmara traktoran zede bü

Di ve heyame da mezinbüna bi cotkariye peş ket, traktor, gisn, nizip ü amüren din geleki zede bün. Ji cote ga derbasi gisne traktoran bün. Fonen ji Pilana Marshall hatin dayin ji di ve qade da hat qerckirin. Alikariyen Marshall bi taybeti keri cotkariye hat ü lez da peşketina cotkariya bi makineyan. Di heyama 1949-1958an da hejmara traktoran ji 6 hezar ü 281e derkete 48 hezar ü 873yan (7,8 qat) hejmara gisne traktoran ji 6 hezar ü 50yi derkete 48 hezar ü 214an (8 qat), makineyen din ji ji 9 hezar ü 239an derkete 67 hezar ü 261e (7,3 qat). Hejmara makineya çinin ü patose di navbera 1948 ü 1962yan da ji 1994an derkete 6 hezar ü 72yan.

Di ve heyame da ji bo kirina traktoran kredi dan gundiyan. Gundiyan ji bere zedetir krediya cotkariye bi kar anin. Di sala 1950yi da miqdara krediya cotkariye 810 milyon lire bü, di sala 1960i da derkete 4 milyar ü 755 lireyi.

Zeviyen ajoti zede bün

Pişti ku traktor hatin xebitandin hem ber ü bereke zede bü hem ji zeviyen ajoti zede bün. Di sala 1948an da 13 milyon ü 900 hektar erd dihat ajotin ji sala 1959an pe va bü 22 milyon ü 940 hektari. Dexl ü den zede bü ü deriye ixracata dexl ü den vebü.

Di heyama hikümeten DPye da li 4 hezar ü 85 gundan li 322 hezar ü 61 malbate ji 16 hezari zedetir erd hat belavkirin. Weki mayin 12 milyon erd ji bo çerandine hat texsiskirin.

Bi hatina makineyan ü poltikaya krediye va milkiyeta feodal bi pirani hat tesfiyekirin. Hejmara karxaneyen xwediyen wan dixebitinin di sala 1950yi da 2,1 milyon bü ü di sala 1963yan da derkete 3,1 milyoni.

Para cotkaran a di nav dahata neteweyi da di heyama 1947-48an da ji sedi 42 bü, di heyama 1952-53yan da derkete ji sedi 45,2yan.

Di heyama navbera salen 1950-1960an da ji bo gunden heri biçük ji re hatin çekirin, bi hezaran gund ji gihiştin ava vexwarine. Ji ber ku di çandiniye da makine zede bün40 hezar kilometro reyen bejayi, 30 hezar kilometro reyen gundan hatin çekirin ku di navbera gund ü bajaran da çüyin ü hatin zede bibe, qada çandiniye di aboriya welet da cih bigire.



Çekirina gubreya ewil bi GUBRETAŞe va dest pe kir



Ji ber ku bi tera xwe gubre tunebü, gubre ji dervayi welet dihat itxalkirin ü re li ber bikaranina gubreye digirt. Ji ber ve behsa avakirina fabriqeyen gubreye hat kirin.



Di dema serokwezirtiya Menderes da Lijneya Weziran a we heyame di 6e Mijdara 1952yan da biryar da ku Şirketa Anonim ya Tirkan a Fabriqeyen Gubreye (GUBRETAŞ) be avakirin. Şirkete di sala 1953an da bi fermi dest bi xebate kir. ve fabriqeya gubreye ya ewil aTirkiyeye ya ku kapasiteya we 100 hezar ton bü li İskenderune dest bi çekirina gubreye kir ü gubreya NSPye (Fosfata Super a Normal) gihişt li ber deste cotkaren Anadoluye.

Pişti ku cotkar di dema Menderes da gihiştin gubreye beren wan li zeviyan zede bü.



Rewitiya GUBRETAŞe di sala 1961an de bi avakirina fabriqaya duyemin a li Yarimcaya Kocaeliye va dewam kir. Di nav salan da fabriqeyen din ji hatin avakirin.

GUBRETAŞ ji iro pe va ji sedi 25 li borsaye, ji sedi 75 ji giredayi Koperatifen Krediyan a Çandiniye va ü taybetmendiya xwe ya "ji sedi 100 şirketa gel" va hebüna xwe dipareze. -



 
Latest News





 
 
Top News