Abdurezzak Yildize ku li Biçakçiya gunde Batmane dije bi xera teşwiqa dewlete çewlika elokan ava kir.
Yildiz ji bo teşwike seri li Midüriyeta Daristan ü Çandiniya ya Bajer da. Seriledana Yildiz hat qebülkirin ji dewlete 2 milyon ü 300 hezar lire teşwiq wergirt.
Yildiz bi vi pereyi li ser 54 hezar ü 400 metrekare erde çewlikeke elokan ava kir. Yildiz daxuyani da nüçegihane ü got ku di çewlika wi da 9 kes dixebitin ü wiha axivi:
"Di çewlika min da niha 14 hezar elok hene ü niha 4 hezare wan bona firotine amade ne. Min ji xwedikirina elokan geleki hez dikir. Min lekolin kir. Di encama lekoline da min dit ku li hereme tu çewliken elokan tune ne. Min ji ji bo teşwiqe seri li Wezareta Daristan ü Çandiniye da. Tesise min geleki modern ü paqije. Eloken li vir mezin dibin di şert ü mercen baş da dijin ü ji bo firotine her dam amade ne. Em eloken xwe li gund xwedi dikin. Ji ber ve tehma goşte wi geleki xweş e. Ez dixwazim rojeke restorana elokan ji vekim." -
|