Ji payebilinden DHKP/Cya rexistina terore Seval Yaprak a ku nave we di "kategoriya qewr" a nav listeya teroristen le digerin da cih digirt li Kirklareliye hat qefaltin.
Ekiben Midüriyeta Şaxa Tekoşina diji Terore ya Midüriyeta Ewlehiya Stenbole li ser istixbarata ku Seval Yaprak a endama DHKP/Cya rexistina terore we çalakiyeke bibandor lidar bixe, dest bi xebate kirin.
Hezen ewlehiye li cihen ku ihtimal heye Yaprak le çalakiye lidarbixe xebat ü kontrolen xwe zedekirin, di encame da jinikeke ji bo neye naskirin şalpe avetibü sere xwe ü wesayita bi plakeya 06 YJY 97an ber bi Edirneye va diajot tespitkiri ü ew şopandin.
Hezen ewlehiye dema ku wesayit li istasyoneke sotemeniye ya ser Babaeskiya navçeya Kirklareliye sekini dest bi operasyone kirin. Di encama operasyone da Yaprak ü keseki ku ji ber süce revandina mirovan qeyda wi heye hatin qefaltin.
Di kontrolkirina wesayite da gelek amüren dijital ü belgeyen rexistini hatin bidestxistin.
Li gor agahiyen ber dest Yaprak berpirsa yekitiya propagandaya çekan ü qada illegal a rexistina terore bü ü pişti ku fehm kir we be qefaltin ji bo bireve derveye welet we bere xwe da Edirneye. -
|