Li Şanliurfaye 28 berhemen 11 hezar sali yen ji Karahantepeye hatin derxistin ji bo ziyareta welatiyan li Muzeya Arkeolojiye ya Şanliurfaye hatin peşandan.
Salona Peşangehe ya Karahantepeye ya li Muzeya Arkeolojiye ya Şanliurfaye ji hela Wezire Çand ü Turizme Mehmet Nuri Ersoy va hat vekirin.
28 berhemen 11 hezar sali yen ji heyama neolitik yen pişti xebateke 3 salan ji Karahantepeye hatine derxistin bale dikşinin.
"Ziyaretvan diheyirin"
Celal Uludage Midüre Muzeya Arkeolojiye ya Şanliurfaye ji nüçegihane AAye ra got pişti van berhemen ji heyama neolitik eleqeya kesen arkeoloji ü diroke hez dikin ji muzeye ra zede bü.
Uludag wiha axivi: "Li muzeya me ji bo niha 28 berhemen ji Karahantepeye ten nişandan. Di nav van da sere insanan ü heywanan, tebeqeyen kevir ü totem hene. Pişti nasandina Karahantepeye vekirina peşangehe bala ziyaretvanan kişand. Ziyaretvan dema berheman dibinin diheyirin. Li Karahantepeye xebatan 3 sal bere dest pe kir ku di nav demeke wiha kin da anina berheman a li muzeye ji balkeş e. Gelek ziyaretvan ten bajare me ku ev yek li Gobeklitepeye ji te ditin. Ziyaretvanen nikarin herin Karahantepeye dikarin bi saya ve peşangehe der bare vir da tera xwe agahiyan hin binin."
Gelek ziyaretvan ten muzeye
İlknur Esera hatiye ziyareta muzeye got ew cara duyem e te Şanliurfaye ü wiha axivi: "Salona Peşangehe ya Karahantepeye nü vebüye. Pişti Gobeklitepeye Karahantepeye ji bala me kişand. Li Karahantepeye berhemen nüjentir hene ku em hevi dikin ev der zütir vebe ü em herin bibinin."
Serhat Yildiz ji got dema wi berhemen Karahantepeye bihistiye wi meraq kiriye ü wiha axivi: "Em çün Gobeklitepeye ku gelek kefa me hat, berhemen balkeş hene. Ji bo cihen he raza wan zede ye ben ditin li hereme xebat dewam dikin, inşallah ew zütir ben ditin. Vekirina Karahantepeye ya ji bo ziyareta gel we baş bibe." -
|