Li Wane berhemen fabriqeyen miteşebisen ku ji dewlete piştgiri wergirtin, bo gelek welaten Ewropaye ten ixrackirin.
Bi saya teşwiqa Wezareta Pişesazi ü Teknolojiye ya di çarçoveya Bernameya Piştevaniya Navenden Cazibeye da li Wane bi dehan fabriqeyen tekstile vebün.
Bi xera bajare tekstile ye li ser rebejaya Wan-Hekariye ü her wiha bi xera "Herema Pişesaziya Organize ya Tekstil ü Cilübergen Dirüti" ya ku nü vebü ü fabriqeyen ku li ciyen cuda yen li bajer vebün va hem istixdam ü hem ji ixracata bajer zede bü.
Li tevahiya bajer di 40 atolye ü fabriqeyen tekstile da 5 hezar kes istixdamkiri ne.
Seroke Herema Pişesaziya Organize ya Wane Mehmet Aslan ji peyamnere AAye ra diyar kir, bi saya veberhenanen van demen dawin va bajer di ware sektora tekstile da ciyeki giring wergirt.
Aslan bal kişand, berhemen fabriqeyen li bajer bo gelek ciyen li Ewropaye ten ixrackirin ü lewma ji ew wisa bawer dikin ku Wan de di kurtedemeke da bibe yek ji navenden giring en tekstile.
Aslan diyar kir, wan beşeke mezin a herema pişesaziya organize weki "herema tekstile" ragihand ü wiha dewam kir:
"Me binesaziya van deveran bi piştgiriya Ajansa Peşketina Rojhilate Anadoluye temam kir. Veberheneren heri mezin en İzmir, Stenbol ü Bursaye hatin Wane. Me ji wan ra cih terxan kir. Ev firma hemü bo Ewropaye dixebitin. Ev veberhenan de hem bi keri istıxdama parezgeha me ü hem ji bi keri ixracat ü bazirganiya derva ya welate me were. Ev ji te wateya peşketin ü mezinbüna aboriya parezgeh ü herema me ü her wiha bilindbüna asta dahata insanan."
"Em berhemen xwe ji rojhilate Tirkiyeye dişinin bakure Ewropaye"
Midüre Kargeriya Tekstile ya Fekaye Hakan Topçu ji diyar kir, di fabriqeya ku wan bi piştgiriya dewlete ava kir da 300 kes dixebitin.
Topçu destnişan kir ku ew di fabriqeye da birin ü dirüne dikin ü wiha dewam kir, "Berhemen me diçin Stenbole ü ji wir ji derbasi welaten Ewropaye dibin. Marqeya me ya Danimarkaye ye. Em berhemen xwe ji rojhilate Tirkiyeye dişinin bakure Ewropaye. Di nava welaten ku em ixracate dikin da Danimarka, Swed, Belçika, Almanya ü İspanya ji hene." -
|