Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 29/03/2024 15:41 
News  > 

Berfê Diqelişînin Û Ji Nexweşan Ra Şifayê Dibin

11.02.2019 15:35

Li Bidlîsê ekîbên Şaxa Tenduristiya li Malê ligel şertên giran ên zivistanê, berfê diqelişînin û ji bo nexweşên li gundan xizmeta tenduristiyê dibin Berpirsê Navenda Kordînasyona Xizmetên Tenduristiya li Malê Dr. Mehmet Riza Îşik: "Rojên berf û bagerê em gelekî zehmetî dikişînin.

Ekiben Şaxa Tenduristiya li Male ya Midüriyeta Tenduristiya Bidlise ligel şerten giran en zivistane, berfe diqelişinin ü ji bo nexweşan xizmeta tenduristiye dibin gundan.



Ekiben ku ji kaş ü hevrazen derij ü biberf derbas dibin ü bi kilometreyan re diçin, xwe digihinin gundan ü li ve dere tedawiya pewist a nexweşen ku nexweşiya wan a kronik en ji ber felc, obezite, xurifin, alzaymir ü pirtiye hene, dikin. Herwiha di nava kesen ku li gund xizmeta tenduristiye didin wan, ew nexweş ji hene ku emeliyet derbas kirine ü pewistiya wan bi xizmeta hemşireyan heye.



Gelek cari ji ber şerten giran en hewaye, wesayiten wan di re da dimine ü ew ji neçar bi saetan re dimeşin ü diçin peywira xwe tinin cih. Ji ber fedekariya ku dikin, welati geleki ji van personele tenduristiye hez dikin ü siyanete nişani wan didin.



2 hezar ü 900 nexweşi ji bo wan dia kir ü xer ü xweşiya wan xwest



10 timen tenduristiye ku ji 3 kesan pek ten ü bi derfeten ku dewlet texsis dike va diçin gunden heri dür ji, heta niha xizmet dan 2 hezar ü 900 nexweşi.



Berpirse Navenda Kordinasyona Xizmeten Tenduristiya li Male ü Kordinatore Parezgehe Dr. Mehmet Riza İşik di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da diyar kir, nexweşen ku li male xwe ne ü hewcedare xizmeta tenduristiye ne, pewist nake ku biçin nexweşxaneye, lewra li malen xwe ten miayene kirin ü çi pewist dike te kirin.



İşik diyar kir ku ew, xizmeta tenduristiye dibin ber piye nexweşen ku nexweşiya wan hatiye tesbitkirin ü ji bo wan plana tedawiye hatiye verastkirin.



İşik got ku li navenda parezgehe ü navçeyan Şaxa Tenduristiya li Male hene ü li seransere parezgehe 863 nexweş li malen xwe xizmeta tenduristiye distinin ü herwiha heya roja iro ji ji 2 hezar ü 900 nexweşi ra xizmet hatiye peşkeşkirin.



İşik got ku erdnigariya Bidlise ase ü dijwar e ü wiha dewam kir, "Rojen berf ü bagere em geleki zehmeti dikişinin. Em hewl didin ku em ve yeke li cem nexweşan nedin der. Ligel hemü zehmetiyan, em xwe bi nexweşen xwe ra digihinin ü em xizmeta pewist peşkeş dikin."



Di 4 saetan da xwe bi nexweşa 60 sali ra gihandin



Ekiba tenduristiya li male pişti rewitiya dijwar ku qedera 4 saetan ajot, xwe bi gunde Dogruyole ye 40 kilometre düri navende gihand ü xizmeta tenduristiye peşkeşi Şehristan Temizbaşa 60 sali.



Turgay Alptekine ji ekibe diyar kir ku wan di linge nexweşe da werm tesbit kir ü wiha got, "Me miayeneya gişti ya nexweşa xwe kir. Me li tansiyon, nabiz, saturasyona (miqdare oksijene) we meze kir ü me şekire we piva. Me di linge we da werm tesbit kir. Em e dest bi tedawiya we bikin. Bi gişti rewşa nexweşa me ne xirab e, lebele ji ber ku li erde ye, em ve xizmete weki deyneki dibinin. Me berf qelaşt ü me wisa xwe bi nexweşa xwe ra gihand."



Keça nexweşe Şengul Temizbaşe ji spasiya endamen ekiba tenduristiya male kir ü kefxweşiya xwe ani ziman. -



 
Latest News





 
 
Top News