Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 28/03/2024 21:02 
News  > 

Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Planeke ji bona girtina medyaya civakî tuneye"

09.07.2020 17:41

"Planeke ji bona girtina medyaya civakî tuneye, lê ji bona hewcedariya guherînê konsensusek çêbû" "Ji ber şewbê 3 4 meh in nezer vegeriyan cihên din, lê di meseleya Sûriyeyê da mijarên sereke mixabin hê nehatine çareserkirin û wisa disekinin" "(Plana îlhaqa Şerîeya Rojava ya Îsraîlê)...

Berdevke Serokomariye ü Balyoz İbrahim Kalin der bare guherina li ser medyaya civaki ü niqaşen li ser Ayasofyaye da pirsen Ajansa Anadoluye (AA) bersivand.

İbrahim Kalin diyar kir fikreke ku medyaya civaki be girtin tuneye ü got ku le ji bona guherina li ser medyaya civaki itifaqek çebüye.

Kalin diyar kir ev naye we meneye ku dengen kesen mixalif ten birin ü der bare niqaşen li ser Ayasofyaye da got ku heger ji bona ibadete be vekirin ji nasnameya xwe ya mirateya dinyaye ya diroki tişteki wenda nake.

Pirsen ku ji Kaline Berdevke Serokomariye hatin pirsin ü bersiven ku dane ev in:

PIRS: Li Süriyeye ji 2011an vir da şere navxweyi heye. Gelek tişt qewimin ü gelek eş hatin kişandin, le di rewşa dawin da li bakure Süriyeye di navbera Tirkiye ü Rüsyaye da mutabeqetek hat imzekirin. Ev mutabeqet çawa didomin? Dewriyeyen hevbeş dewam dikin, tu pirsgirek heye?

BERSIV: Niha li gor agirbesta İdlibe ku 5e Adare di navbera Birez Serokomare me ü Birez Putin da hat çekirin dewriyeyen hevbeş didomin. Agirbest bi pirani dimeşe, le car caran binpekirinen rejime hene. Heri dawin weki em dizanin raporeke Komisyona Mafen Mirovan ya Neteweyen Yekbüyi (NY) hat weşandin. Dibeje 'Rejim li İdlibe bi erişen xwe yen diji sivilan sücen şer dike.' Jixwe ji sere ser da em vi tişti dibejin. Rejim bi cezakirina sivilan dixwaze li wir kozikan bi dest bixe. Ji bona ve ji bi awayeki hovane bombeyen warelan emilandin. Çeken kimyewi emilandin ü mezelen komi ü kuştinen komi çebün. Li wir trajediyeke mirovahiye derket hole. Hemü pirsgirek nehatiye çareserkirin, le bi qismi di bin kontrole da ye. Em dikarin bibejin ku bi taybeti li İdlibe siküneteke qismi heye, le hevi ü banga me ew e ku çend roj bere Birez Serokomare me di Civina Seali ya Astanaye da ji cardin destnişan kir, dive herema İdlibe wek herema ewle be ilankirin ü bi temami wisa be qebülkirin. Wisa nebe mimkün nine 3-3,5 milyon insanen li İdlibe di hesare da mane zede bidin sekinandin. Jixwe kesen ji heremen din yen Süriyeye revine hatine wir, nifüse İdlibe derdora milyoneki da ye, niha ji 3-3,5 qate we insan di wir da ase mane. Dereke ku insan pe da herin tuneye. Tene Tirkiye heye. Helbet ev ji peyeki pirsgireke ye.

Wek mayin terora PYD ü YPGya şaxa Süriyeye ya rexistina terore li wir dewam dike. Hün dizanin carna li Efrine, li Til Rifate ü li rojhilate Ferate çalakiyen terore yen curbecur dikin ü erişi sivilan dikin. Helbet em nikarin van tiştan qebül bikin. Tekoşina me ya diji wan ji we bi biryardari bidome. Ji bona li rojhilate Ferate desthilatdar be ü sikünet çebe eskeren me zehf dixebitin. Ev xebat we bidomin. Le ji bona çareserkirina meseleya Süriyeye li gor biryara Neteweyen Yekbüyi ya bi jimara 2254an hikümeta demki be avakirin, hilbijartin ben kirin ü li Süriyeye desthilatdariyeke meşrü be sazkirin ku her kesi temsil bike. Eşkere ye ku ev ji hela Esed va naye kirin.

PIRS: Der bare rejima Esed da rojen derbasi idiayek hat rojeve ku Esede dev meqama xwe berde ü xwe bispere dewleteke. Der bare ve idiaye da fikra we çi ye?

BERSIV: Ev idia ne, peyra ji hela meqamen curbecur va hat derewandin. Di çapemeniya Rüsan da tişten bi vi rengi derketin, peyra gotin 'tişteki wisa tuneye.'

PIRS: Gelo hün pevajoyeke nü dipen?

BERSIV: Li Süriyeye tişta dive were kirin, di çarçoveya biryara Neteweyen Yekbüyi ya ku jimara we 2254 e da peşxistina pevajoya siyasi, kutakirina xebaten Komisyona Qanüna Bingehin, ku civina din we di meha tebaxe da were kirin, ü encama ku we ji we dere derkeve giring e ü herkes pe va giredayi. Dive xebaten Komisyona Makezagone ji bi salan dewam nekin. Ango dive teqwimeke ve hebe, dive dirokeke we ya dawi hebe. Rejim heta niha ji bo ku xebaten Komisyona Qanüna Bingehin sabote bike, çi ji dest hat, kir. Lewra ji we dere metnek we derkeve ü dive ew ji guh bide we metne. Ew dizane ü an ji wilo difikire ku ew metin we di lehe wi da nebe. Ji ber ve yeke ji xebaten Komsiyona Qanüna Destüra Bingehin pir dereng dimeşe. Le dive ev xebat demildest werin kutakirin ü dive li Süriyeye zemineke qanüna bingehin were çekirin da ku pevajoya siyasi zütir peş bikeve, dive şer bisekine, dive penaber di nav ewlehiye da bi awayeki serbilind vegerin malen xwe. Ji ber ve yeke mijara Süriyeye di esle xwe da bi sernaven sereke va sekinine, ango ji ber şewbe 3-4 meh in nezer vegeriya cihen din, le di meseleya Süriyeye da mijaren sereke mixabin he nehatine çareserkirin ü wisa disekinin.

PIRS: Meseleya İsrail-Filistine... Li ve dere planeke Netanyahu heye ku bi iştaheki mezin qismeki Şerieya Rojava ilhaq bike. Jixwe Trump peşengiya ve kiribü, wi re vekiribü. Dibe ku ev ilhaq çareserkirina dudewleti tek bibe, ber bi we dere va diçe, lewra em dibinin ku aliye Filistine ji helwesteke pir tund nişan didin ü ji ya xwe naye xware. Ji bo plana ilhaqe helwesta Tirkiyeye çi ye? Digel ve Tirkiyeye beri niha di mijara wek paytext naskirina Qudse da hemleyeke pir giring kiribü, we li Stenbole endamen Teşkilata Tevkariya İslame berhev kiribün. Paşe we ji NYe biyarek derxistibü ku hün bi tena sere xwe Qudse wek paytext ilan bikin ji we tu meneya we çenebe. Di heyama nü da tu planeke Tirkiyeye li diji ve ilhaqe heye an hün e piştgiriye bidin planen heyi?

BERSIV: Di seri da ev plana ilhaqe ya İsraile ne meşrü ye, diji hiqüqe ye, tevgereke nü ya dagirkeri ü xespe ye. Em bi awayeki teqez ve red dikin ü em hemü civaka navneteweyi dewet dikin ku ve plana ilhaqe red bike. Civaka navnetweyi çawa ku di mijara Qudse da yekitiyeke mezin nişan da ü piştevaniya hev kir, dive heman piştevaniye vega ji bo plana ilhaqe ji nişan bide. Welaten Ereban ü Liga Ereb di seri da, Teşkilata Tevkariya İslame, Neteweyen Yekbüyi, Yekitiya Ewropaye, Çarineyen Rojhilata Navin ü hemü saziyen din en tekildar dive di ve mijare da helwesteke eşkere ü zelal nişan bidin. Lewra politikayen işxal ü ilhaqe heta niha meseleya Filistine kir haleki ku meriv nikare ji nav derkeve, her cure aşti, çareseriya dudewleti, istiqrara siyasi ü derfeten hizüra civaki ji hole rakir. Ev plana ilhaqe we ve krize xerabtir bike. Jixwe Netanyahu di seri da ji got ku ew ji çareseriya dudewleti bawer nake. Siyasetmedareki wisa ye. Heta di nav siyaseta İsraile da ev kiriye xeta sereke ya Likude. Amerikaya dibeje ez ji çareseriya dudewleti bawer dikim. Dive di seri da hin dorhelen Amerikaye, endamen kongreye, hin civaken Müsewi bi dengeki bilind itiraz bikin. Dive Vatikan diji ve yeke dere. Ew ax di heman deme da Mesihiyen ku li we dere dijin ji eleqedar dike. Vatikane ji eleqedar dike, rasterast welaten Ereban ji eleqedar dike, dive ew zedetir denge xwe derxin.

Em wek Tirkiye di ve mijare da Serokomare me bi gelek peşengen Ereb ra, bi peşengen Rojavayi ra bi telefone axivi dema ku ev biryar hat eşkerekirin. Serokomare me ji Birez Trump ra ji, ji Birez Putin ra ji, ji Birez Mehmüd Ebas ra ji, ji Qrale Urdune ra ji ü ji gelek peşengen ku pe ra axivi ra ji, ji Birez Merkele ra ji ü ji yen din ra ji eşkere got ku em ve yeke red dikin. Di ve mijare da helwesta me pir zelal e. Ev politikayeke nü ya xesb ü dagirkirine ye, hemleyek e, listikek e, dive kes bi ve listike nexape.

Ya ku İsraile bide sekinandin helwesta xurt a Neteweyen Yekbüyi, Çarineyen Rojhilata Navin, Yekitiya Ewropaye ye. Heke em ve be hiqüqi, be qanüni heta ve heydüdiye bavejin pişt guhe xwe, em e sibe li Rojhilata Navin deri li felaketen din vekin. Me dit ku İsraile ji 1947an vir va axa Filistine çawa gav bi gav, perçe perçe, santem santem, metre metre dagir kir ü xesb kir. Hün dizanin, Serokomare me li Neteweyen Yekbüyi nexşeyek nişan dabü, ji 47an heta niha axa Filistine çaya hatiye tunekirin ü ji aliye İsraile va hatiye dagirkirin... Ew nexşe he li cihe xwe ye. Mixabin heke ev politikaya ilhaqe were sepandin, biryara ilhaqe were sepandin, nexşeyeke pencemin we were cem wan nexşeyan, 4 nexşe hebün ü di ya 5emin da ji edi Filistin we ji hole rabe. Ji ber ve yeke em nikarin destüre bidin ji bo aşti ü hizüra Rojhilata Navin... İsrail li ve dere weke Qudse disa bi agir ra dileyize, li peye politikayeke tehrike, xerabkirine ye. Dive demildest ve poşman bibe. Hemü dewleten ku tesir ü rayeya wan li ser İsraile hene, di seri da Amerika, dive di ve mijare da bi awayeki eşkere ü zelal helwesta xwe nişan bidin.

PIRS: Bi we helwesta dinyaya Ereb tere dike?

BERSIV: Bi min tere nake, nexasim ez helwesta Liga Ereb kem dibinim. Di nava Teşkilata Hevkariya İslami da di ve mijare da welat hene ku helwesteke zelal nişan didin, le em nikarin bejin ew helwest tere dike. Dive dengeki bilindtir were derxistin. Bi taybeti Yekitiya Ereb şüna ku diji Tirkiyeye care careke biryaran derxe, dive peşiye li ser van meseleyan hür bibe.

PIRS: Gava em li politikaya derva ya Tirkiyeye meze dikin, em dibinin ku nexasim ve dawiye hün politikayeke proaktif bi re va dibin. Wate ji Libyaye heta Yemene, heta Süriye ü Misre politikayen we yen herema pir serkefti ne, em hema beje li deri hebüna Tirkiyeye dibinin. Li Balkanan jixwe bandoreke me ye diroki heye. Niha gava em van politikayan binirxinin, ez ji ber ku alema Ereb ji nez va dişopinim ez baş dizanim, hün ji baş dizanin ku ve yeke hin seroken ereban tinin rojeve, dibejin politikaya derva ya Tirkiyeye ya heremi li ser bingehe İxwan ü Neo Osmaniye ava büye ü navenda we ev e. Bi rasti ji politikaya me ev e gelo? Kriteren sereke yen politikaya heremi ya Tirkiyeye çi ne? Em didin dü İxwane, hedefa me Neo Osmani ye, qey em dixwazin bandoreke nü ya Osmani pek binin, çi ne kriteren politikaya me ya derva?

BERSIV: Ev hinek idiayen bebingeh in ku dixwazin politikaya derva ya Tirkiyeye pe reş bikin. Nikarin bi awayeki şenber li tu deri nimüneyeke ve nişan bidin. Tirkiyeye li Misre pişti rüxina Husnu Mubarek ke li we dere li ser dewlete bü, ye meşrü, bi wi ra kar kiriye, li Tünise ke bi hilbijartine hatiye ser kar bi wi ra kar kiriye, li Libyaye hewil daye ku bi hikümeta meşrü ra bixebite ne ku le meze bike ka ke İxwani ye, ke rojavayi ye, ke neteweperest e. Em dikarin heman nimüneye bo welaten Kendave ji bidin, bo Iraqe bidin ü bo welaten din ji bidin. Gava li Süriyeye şer dest pe kir, ma Tirkiyeye, di nava kevane da piştgiri da Birayen Misilman? Li we dere piştgiri da gele Süriyeye. Rejima Esed beyi ku Kurd, Tirkmen, Ereb, Suni ji hevdu cuda bike, ke li hemberi wi derket, erişi wan kir ü Tirkiyeye ji deriyen xwe ji hemü kesen ku rasti we zilme hatin vekir, tu cudahi nekir navbera wan. Lebele nexasim ve axiriye li ser zare liberalen navneteweyi ev yek weki pirhevokeki te nişandan, İslam, İslamiti, tevgeren İslami, partiyen İslami, Birayen Misilman weki alaveke kerhati li her deri te emilandin.

Mesela me ev yek heri dawi di pirtüka John Bolton da dit. Wate di gelek hevditinen me da di hevditinen me yen li ve dere da di yen li Washington ü New Yorke da di axaftinen me yen telefone da Boltone ku careke ji ev mijar neani rojeve, rabüye di pirtüka xwe da iftira avetiye Serokomare me ku je ra dibeje 'Ew İslamgireki radikal e'. Çima ve yeke dike, ne ku ev yek di rastiye da ji wisa ye, ji ber ku ev yek alaveke kerhati ye, lewma dike. Dibejin 'dema tu ve yeke beji edi hewce nake tu tişteki din biki'.

PIRS: Nexwe ev gotinen bi vi rengi çima ten gotin? Tirkiye çi dixwaze, ji bo welaten hereme tesewira we ya siberoje çi ye, hün çima ev qas proaktif in li hereme?

BERSIV: Bi rejimeke ku zilme gele xwe neke pirsgirekeke Tirkiyeye çenabe. Le heger rejimek rabe ku gele xwe bombebaran bike, çeken kimyayi biemiline, nasname, nijad, mezheb ü nasnameya we ya siyasi çi dibe bira bibe, Tirkiye li hemberi ve yeke derdikeve, ev yek ji peywira me ya heri sereke ya mirovi, exlaqi ü siyasi ye. Meze ez wiha bejim, li hereme, alema İslame mecbür nine bibe dinyayeke feqir. Beşeke mezin a dewlemendiyen xwezayi nexasim li erdnigariya Rojhilata Navin e. Lebele ji ber ku lidertiyeke bihez, vizyoneke biaqil ü basiret, yekiti ü yekbün tuneye, li dinyaya İslami şer, pevçün, kriz, dewleten qels, reveberiyen nerind sere xwe hildane çüne. Alema İslame çawa bere şaristaniyeke wiha bü ku hemü dinya roni dikir, ji Bexdaye heya Besraye, ji Semerqande heya İskenderiyeye heya Qahireye, Bosnaye ez hemü tev dikim, em di we baweriye da ne, di sedsala 21emin da ji ew yek mimkun e ku alema İslame van rengderiyen xwe jinüva li xwe bike. Welaten İslame dikarin di zanist, çand, huner, perwerde, ilm, teknoloji, binesazi, politikaya derva ü ewlekariye da di asteke çetir da bin. Aşti li van deran hebe, de bi keri aşti ü aramiya dinyaye ji were. Meriv çi ji xwe ra bixwaze dive ji cirane xwe ra ji bixwaze. Heger na ji xwe meriv nikare politikayeke rast, durist, samimi ü yekbend bimeşine.

Em çawa ji bo Tirkiyeye peşketin, edalet, parvekirina wekhev, ewlekari, aramiye dixwazin, em heman tişti ji bo welaten ciran ü welaten hereme ji dixwazin. Wate çave me li axa tu kesi nine, niyeteke me tuneye ku em xwe şişi nava karen navxweyi ye tu kesi bikin. Le bi heman awayi ji em li bende ne ku welaten din ji xwe tevli karen Tirkiyeye yen navxweyi nekin.

PIRS: We behsa parvekirina adil kir. Birez Serokomar rojen çüyi got pişti Kovid-19e li dinyaye tu tişt we wek bere nebe, ya rast em ji hineken din ji ve dibihizin. Yane bi rasti ji çi we biguhere, Kovid-19e çi hini me kir? Me ferqa di navbera welaten feqir, paşvemayi, dewlemend pir eşkere dit. Di rastiye da mirovahi bi pevajoyeke her kesi wekhev dike ra rübirü ma. Hün der bare dahatüye da nerineke çawa dibinin, Kovid-19 we dinyayeke nü ya çawa peşkeşi me bike?

BERSIV: Di seri da Kovid-19e careke din nişan da ku pergala dinyaye ya heyi çiqas hesas e. Di diroke da di heyameke nezik da gelek şer derketin, şeren heremi ü tişten din. Le di nav ve heyama ku kurewibün bübü rastiyek di nav 30-40 salan da cara ewil em ji heyameke ku her kes heman tişti diji derbas bün. Me keliyeke kurewi derbas bün ü em he ji ve yeke dijin. Ji Japonyaye bigire Amerikaye, ji İtalyaye bigire heta Tirkiyeye, ji Almanyaye bigire heta Iraqe me hemüyan heman tişt di ü em ve jiyan ku ev ji tişteki nadir e. ya siseyan ji me dit ku testa pergala kurewi pozitif derket. ya rast pergala kurewi bi ve viruse ket. Ji ber ku evqas betesir ma, li hemberi viruse çareseriyek nekir, evqas insan mirin, virus evqas bilez belav bü, abori sekini ü ji bo ku vegere hale xwe ye bere projeksiyonen demdirej hene ev hemü nişan didin ku ev pergal çiqas hesas e.

Dibejin 'Pergala liberal a kurewi' ez her tim ji ve ra dibejim ya rast ev ne kurewi ye, ne liberal e ü ne ji pergaleke. Ne kurewi ye, lewra yekali ye, pergaleke wisa ye ku gotina ye hikümdar ü xurt derbas dibe. Ne liberal e. Wek liberal te firotin ü hin nirx ü gotinen wisa ten kirin, yane şerten piyasaya serbest, abori filan te gotin, le her kes dizane ku kapitalizm dixwaze ber bi yekdestbüne va biguhere. Her kese ku iqtisat xwendiye ve dizane. Kapitalist dixwaze bibe yekdest, naxwaze din av şer ü mercen piyasaya serbest ü adil da reqabete bike.

Ji ber ve jixwe qanünen antitrost derketine. Şirket mezin büne, mezin büne, büne pergalen qerase. Dema ev gihiştine asteke wisa mezin ku dewlet nikaribe mudaxale bike, dewlete mudaxale kiriye. Ji ber 'Na, ev edi dibe pergaleke heqe xeridaran ji, mirovan ji ji hole radike mudaxale te kirin. Ji ber ve, em behsa pergaleke wiha ya liberal ji nakin, ne pergal e ji. Pergaleke ava nake, berevaji ve bepergali, tevlihevi, beedaleti dewam dike.



Niha di bin ronahiya van rastiyan da hin derfeten nü derketin peş me. Tirkiye bü ji wan welatan yek ku ve pevajoye heri baş bir re va bir. Him ji hela hejmara waqiayan va, him ji ji hela hejmara miriyan va… Binesaziya tenduristiya me xurt e ku me avantajen ve di ve deme da dit.



Birez Serokomare me ji bo nexweşxaneyen bajer digot 'Ev xeyalen min in' ku me hemüyan bi hev ra dit ku di ve pevajoye da rola wan çiqas giring e. Xebatkaren me yen tenduristiye yen ku hejmara wan dora milyonek ü 100 hezari ye, arteşa me ya tenduristiye ne çiqas bi dil ü can xebitin ve ev yek dit. Le pişti ve niha hin tişten giring en ku dive ben kirin ji hene. Minak mijara biyoewlehiye edi büye serenaveke giring a ewlehiya neteweyi ya Tirkiyeye. Disa mijara ewlehiya sibere ji büye serenaveke giring a ewlehiya me ya neteweyi. Di van mijaran da xebaten giring ten kirin, eve he ji zede ben kirin. Birez Serokomare me telimaten ku hewce dikirin da, şaxen me yen bi van mijaran ra eleqedar in ji dest bi xebaten xwe kirin. Ji bo dahatüye Tirkiyeye bi taybeti zincira tedarike parast, him alikariya welatiyen xwe yen Komara Tirkiyeye kir ü him ji alikari gihand miroven li hereme ü nişan da ku heza we çiqas xurt e. Le ji bo ku em ve betir xurt bikin eme gaven din ji bavejin. Ez wisa bawer dikim ku Tirkiye we bilez ji ve pevajoye derkeve. Aboriyen dinyaye yen din dema ku hewl bidin xwe bigihinin rojen bere, Tirkiye we bilez bimeşe. Helbet ev ji bo me hin derfetan pek tinin. Di mijara veberhenanen binesaziye yen bingehin da, di qaden giringiya wan a stratejik yen me peşvebirine da ez dikarim bibejim ku rewşeke betir ereni, ronahi ü heviye dide heye.



PIRS: Tirkiye niha li dinyaye ji yek wan welatan e ku medyaya civaki zede bi kar tine. Le mixabin di demen dawin da mixabin me dit ku li Tirkiyeye heri zede ji bo tundiya li ser jine, heqaret, derew, dijün ü armancen wiha xirab te bikaranin. Em dibinin ku verastkirineke medyaya civaki hewce dike. Birez Serokomar di ve mijare da telimatek da ü xebat te kirin. Hün der bare ve verastkirine da dikarin ji me ra çi bibejin? Hüne li Tirkiyeye medyaya civaki bigirin? Lewra nerineke wisa heye, dibejin hikümeta we li Tirkiyeye we medyaya civaki qedexe bike. Planeke we ya wisa heye an ev verastkirin we çi di nav xwe da bihewine?



BERSIV: Planeke girtina medyaya civaki ü nerineke wisa tune. Le hewcedari bi verastkirina medyaya civaki heye ku di ve mijare da konsensusek, itifaqek çebü. Çima? Heke ez di jiyana rastin da heqarete li we bikim, dijünan bikim, buxtanan bikim, heqen we yen kesayetiye binpe bikim, agahiyen we yen mehrem derxim hole an ji propagandaya terore bikim ü ev tişt süc bin, dive di dinyaya internete da ji bibin süc.



Minak dema hün Almanyaye biniherin te ditin ku di ve mijare hewlek te dayin ku tevdiren heri tund ben ditin. Ji hela hiqüqe va yek ji wan welatan e ku xebatan dike. Salen çüyi bi taybeti ji di nav 4-5 salan da hewla gelek qanünan hat dayin, ji van hinekan xistin rewace. Her tim bi ve regeze tevgeriyan ku tişte di jiyana rastin da süc e, di alema sanal da ji süc e.



Baş e, hüne ve çawa regule bikin, hüne çawa bişopinin? Heke kesek medyaya civaki bi armancen nebaş va bi kar bine, mafen kesayetiye binpe bike, çalakiyeke dibe süc bike hüne çi bikin? Dive hün herin seri li van şirketan, yane şirketen ku van platforman bi re va dibin bidin, ji bili ve tu şanse we tune ku ew ji mecrayen medyaya civaki ne. Ji ber ve berpirsyariyeke mezin dikeve li ser mile van şirketan. Binin bira xwe, li Amerikaye ji der bare Facebooke da gelek mijar hatin rojeve. Gotin 'Dema hilbibartine we agahi hildan ü ji bo berjewendiya aliyeki da bikaranin an na?' Sücdarkirineke pir cidi ye, idiayeke pir cidi ye ne wisa? Di qaden din da ji rewşen bi vi renge çebün, dozen wek ve hatin vekirin. Der bare van da cezayen mezin hatin dayin. Çima ev tişt ten kirin? Lewra heke li ser we qade heqe keseki be binpekirin, çalakiyeke wek süc te qebülkirin çebibe, qasi kese ku wi süci dike xwediye we qade ye ku tevdire nabine ji berpirsyar e.

Regeza bingehin ev e. Ji ber ve ev peşnüma helbet di rojeva meclise da ye, xebat te kirin. Serokomare me der bare ve da bangek kir, him wek Serokomar ü him ji wek Seroke Gişti ye AK Partiye helbet. Bangi koma xwe ji kir. Li Meclise ji bangek kir ü got "Werin em der bare ve da verastkirineki bikin. Bila medyaya civaki nebe cihe ku heqen kesayetiye te binpekirin, propagandaya terore te kirin, derew, buxtan le te kirin. Bila bibe ciheki ciheki ku mirov bi şareza, xawen ü li gor agahiyen rast ragihandine bi kar binin."

PIRS: Tişteki wek sewtiya muxalifan sar kirin...



BERSIV: Na tiştek wisa nine. Di jiyana rasti da ji dengen muxalif hene, muxalefet derdikeve ü muxalefetiya xwe dike. Di qada nigaşi da ji ev te kirin le beyi derewan, beyi iftira kirine ü propagandaya rexistina terore kirine dive ev ben kirin. Ji ber ve ji li ve dere dü kuteken giring en verastkirine hene, ez bibejim du kuteken medyaya civaki hene. Yek je mijara bi naverokan ra eleqedare. Niha dema yek iftira ü dereweke dike yan ji diaveje meydane pirsgirekeke bi ve naveroke derdikeve. Li ser mafen kesaniyeta we ü şexse we eriş heye ü hün dixwazin ku bila ev yek be rakirin. Lewra herkes ve dibine. Hün çi dikin? Seri li we saziye dixin ü we encam derbikeve dernekeve we çiqas dewam bike hün nizanin. Diçin dadgehe ji dadgehe biryare hildidin ü dixwazin ku bila ew naverok be rakirin. Digel ve tu muxatab tuneye ü sepandina biryara hatiye dayin mimkun nabe ü biryar li meydane dimine. Paşe ji ber ve bi sedan hezari miroven mexdür büne hene. Ji ber ku nikarin muxatabeki bibinin ü ji ber ve ji saziyen xwediyen van karan dive teqez li welate ku kare wan dimeşe dive şaxeke xwe vekin ü muxatap hebe. Heta niha ji bili yek du saziyi yen din vekirina ofiseke ya li ve Tirkiyeye red kirin. Ev ji me ber bi merheleya duyemin a pirsgireke va dibe. Ew ji ji hela bazirganiye va ye. Bace nadin. Evana saziyen ku bazirganiye dikin. Ew saziyen medyaye yen civaki ku em diemilinin saziyen bazirganiye ne. Pere qezenc dikin le bace nadin. Çawa ku iro di bazirganiye da dema hün maleki bifiroşin dive baca wi ji bidin di qada niqaşi da ji dema hün pere qezenc bikin dive hün baca wi ji bidin ü nedayin süc e. Ji ber ve ji bi van saziyan ra ez ji di nav da dema bi serok ü heyeten wan ra em axivin me got 'Werin li ve dere şaxeke xwe vekin, baca xwe razinin ü di mijara naveroken sedema aciziye da ne bila muxatabek hebe ü ev pirsgirek awayek zelal bi reya hiqüqi ben hel kirin ü ji bo ve ji em li çareseriyan meze bikin.' Le wan ve yeke red kirin. Niha bi ve verastkirine va qanüneke ku du kuteken ve yani qisme mafen kesanetiye ü qisme bazirganiye ji di nav xwe da dihewine qasi ez zanim te amadekirin. Ev yek helbet we di kontrola Meclise da be. Ez wisa difikirim ku we verastkirineke wiha bi keri herkesi be. Tişteki wek sewtika muxalefete sarkirin, rengen li hole rakirin, re li ber ifadekirina fikr ü ramanan girtine tuneye. Li we dere di nav re ü reziken kifşkiri da herkes dikare fikr ü ramanen xwe awayek azad bine ziman. Ji bo ve tu astengi tuneye. Le weke dibejim dema dema tiştek di nav xwe da süc bihewine, erişi mafen kesanetiye bike ü taybetiya jiyane binpe bike, propagandaya rexistina terore be ü rasterast mirov teşwiqe süc bike we çaxe we li hemberi van tewdir ben hildan ü ev ji tişteki pir ji reze ye."



PIRS: Hün wek hikümet bi rasti li Tirkiyeye piştgiriye didin medyaya civaki? Yani bi vi awayi hün piştevaniya medyaya civaki dikin?



BERSIV: Wek qad ü amüreke ragihandine ya rastin helbet em nikarin li hember we çave xwe bigirin, em hemi bi kar tinin ü je istifade dikin... Le ez wisa texmin dikim ku di rojen dawin da şewe, ziman, parvekirinen nexweş en li ser medyaya civaki ten parvekirin herkesi aciz dike. Le ez ve ji bibejim tene bi derxistina qanüne ev naye çareserkirin. Lazime di ve mijare da civak piçek çav vekiri be. Civaka me dive li hemberi parvekirinen di nav xwe da süc dihewinin, mirov şermezari dikin, diji exlaqe ne ü kesayeta taybet binpe dikin bi hevkari bertek nişan bidin. Beri seri li re ü regezen qanüne bidin dive wicdana mirov bikeve dewre ü herkes wan parvekirin ü wan kesan şermezar bike. Ew kes ji van qadan ben derxistin. Ev erişeke li hemberi jineke ji dibe, dev avetina li ser zarokeki ji dibe ü tişteki din ji dibe. Di ve mijare da verastkirineke qanüni çiqas giring be ji dive kontrola şexsi ü wicdan ji ewqas di rewace da be ü mirov dive bi ve ji bizanibe."



PIRS: Dema em li çand, hüner ü kevneşopiyen xwe yen civaka Tirk meze dikin dibinin ku ev medyaya civaki qet li gor me nine. Yani mirov dikarin heqarete li jineki bikin, çer bikin ü heqarete li malbata wi bikin. Ev di nav civaka me da nine. Ez wisa difikirim ku medyaya civaki zirare dide civake. Nizanim hün çi dibejin ji bo ve?



BERSIV: Mirov ji ser medyaya civaki bi nasnaven sixte ü rüyen sixte dikarin xeberdin ü medyaya civaki ji ve derfete dide wan. Kesen ji ve yeke istifade dikin zirare didin qade ü mixabin em ji dibenin ku ji rüye wan kesan da ev qad dikeve vi hali. Belki ji ew verastkirina di qada wicdane ya ku ez tinim ziman bi ve ra eleqedare. Hün çi dibejin awayek rast, bi exlaqi bibejin. Xwe di bin nav ü hesaben sixte da veneşerin ü nebejin, hün çine derkevin ü bibejin. Kesen newerek ve qade qireji dikin.

PIRS: Ezbeni pirsa me ya dawin li ser Ayasofyaye ye. Hün ji dizanin ku nika li Dadgeha Şewire pevajoya Ayasofyaye heye. Lebele der bare Ayasofyaye da ji aliyeki va ji ji Amerikaye daxuyaniyek hat dayin, ji Yewnanistane daxuyaniyek hat. Hün van daxuyaniya çito dinirxinin? Di rojen peşiya me da em e di mijara Ayasofyaye da çi bibinin?

BERSIV: Nika mijara Ayasofyaye vegerinin mizgefte demeke direj e di rojeva me da ye. Mijareke wisa ye ku di civake da daxwaz ü giraniya we heye. Kesen rexne dikin ü dibejin "Heke texin mizgeft nasnameya we ya mirata dinyaye ew e betal bibe" hene. Welaten ku hün dibejin rexneyen wisa kirin ü daxuyani dan. Lebele bi me wisa xane nake. Hemü mizgeften me ye selatin (mizgeften Siltanan dane çekirin) wek minak mizgeften Siltanehmed, Fatih, Silemaniye ü mizgeften din hem ji ibadete ra hem ji ziyarete ra vekiri ne. Turist ji dikarin di saeten hatine eşkerekirin da herin bigerin. Ji bo ku turisten xweci ü biyani herin bigerin lazim nake ku mekan muze be. Li Parise minaka Notre Dameye heye. Hem muze ye hem ji der e. Dema ayine da Xiristiyan diçin ayina xwe dikin. Di demen din da ji turist diçin ziyaret dikin. Disa li Parise Dera Sacre Coeuere heye. Li peşiya ve tu astengek tune. Ayasofyaye ji texin mizgeft asteng tune ku turist neçin ziyaret nekin. Ji ber ve mijareke wisa tune ku ji mirata dinyaye tişteke winda bike. Diroka ve dere weki der dest pe kiriye, weki mizgeft dewam kiriye paşe ji weki muze dewam kiriye. Di nav van 3 nasnameyan da bawer bikin ku ya ji nasnameya we ya sereke heri dür muze ye. Yane weki perestgeh hatiye avakirin, paşe büye mizgeft ü ji 500 sali zedetir wisa dewam kiriye. Di salen ewil en Komare da hün ji dizanin ku mizgeft bü Ayasofya. Yane hetani sala 1934an, ji 23yan hetani 34an. Yane ku sala 1920i destpek qebül bikin weki vekirina Meclise, ji xwe weki mizgeft xizmet daye. Ji ber ve ji bo ibadete vekirina Ayasofyaye ji nasnameya mirata dinyaye ya we tişteke nade der ü kem nake. Ji bere zedetir kes dikarin ziyaret bikin le bigerin. Çawa ku kal ü baven me ikonen Xiristiyanan en li we dere mihefeze kirin ve şünda ji ew e werin mihefezekirin. Disa ew e ji ziyarete ra vekiri be. Ji bo ve dikarin xebate bikin. Ev tişten wisa ninin ku ji yeki yek kem bibe.

PIRS: Bele, lebele dema ji Ewropaye meze dikin ji ciye ku ji esle xwe der e disa dixin mizgeft, ev ji weki hikümeta Tirkyeye li diji dinen din misemeheye nişan nade xane dike. Lebele xebaten hikümeta we yen weki vekirina dera Axdamare, Manastina Sumelaye (İbrahim Kalin dikeve navbere - li Stenbole vekirina Dera Hesin) hene. Gelo Tirkiye dikar rexneyen ji ve hele ra werin rabike.?

BERSIV: "Çendeki bere Serokomare me beyanateke giring da di ve mijare da ü got 'Dibe ku welatiyen me nizanibin lebele li Tirkiyeye ji 400i zedetir der ü hawra çalak in ü xebaten xwe didominin.' Heke Dewleta Komara Tirkiyeye an ji milete me li diji xeyrimisliman tundi bikira, tune hesab bikira, inkar bikira yane iro cimaeta meya xeyrimsilim a Xiristyan an ji Cihuyan ew e tune büya li Tirkiyeye. Dema ewqas der ü hewra dixebitin ev te we meneye ku hem dewlet wisa qebül dike hem ji civak wan bi aştiyane qebül dike. Ew ji parçeyeke civaka me ne. Bi sedan sal in parçeye ve civake ne. Em ü ew bi hev ra dijin, li Stenbole ji li Merdine ji em e bi hev ra bijin. Hewcedariya me bi tewessid an midaxeleya tu kesi tune. Ez li Komara Tirkiyeye weki welatiyeki Xiristiyan an ji Cihu weki welatiye wekhev diaxivim, mijaran dinirxinim, ji bo çareserkirina hewceadriyan çi ji deste min be dikim. Bi navçitiya tu kesi hewcedariya me tune. Serkomare me serokeki wisa ye ku di van aslen dawin da seroktiya vizyoner nişan da. ve ji min nepirsin ji mezinen cimaeten Xiristiyan ü Cihuyan bipirsin, ew e ji we ra qale bikin. Yane ji bo ditina hewceariyen cimaeten dini, vekirina perestgehan, parastina wan, meclisen dini weki Saint Sinote ü ji bo ditina hewcedariya alimen wan dayina welatibüne, iadekirina malen wan en hatine misaderekirin, dest dan ser Tirkiyeye di van 10-15 salen dawin da mesfeyeke mezin meşiya. Ev ji bo me tabloya rümete ye. Ji bo piraniya dinan, aşti ü istiqrare gav hatine avetin, gaven diroki hatine avetin. Dema di ve mijare da meze dikin dibinin ku cimaeten me yen xeyrimislim hem ji politikayen dewlete menün in hem ji midaxeeya ji derva aciz in, em dikarin bi riheti ve bejin. -



 
Latest News





 
 
Top News