Hindekare Dr. Cihan Onene ku li Bidlise bi wenekişiya tebiet ü fezaye ra eleqedar dibe belgefilma "Niştecihen Kratera Nemrüde" ya ku li ser jiyana giyaneweren li Çiyaye Nemrüde dijin temam kir.
Onene li Zaningeha Erene ya Bidlise (ZEB) peywirdar e dest bi kişandina jindaren li gola Kratere ya Nemrüde ü hawirdora we ku di çarçoveya projeya Destinasyonen Bijarte yen Ewropayi (EDEN) da "Xelata Bekemasitiye" hilda, kir.
Galaya belgefilma "Niştecihen Kratera Nemrüde" ya ku bi dimenen ku Onen 4 sal e dikişine hat amadekirin li Hewana Konferanse ya Navende ya ZEBe hat kirin.
Onen di galaye da axivi ü got ku Bidlis ji hela diroki va, tebieta xwe ya behempa, gola kratere, turizma zivistane, germav ü cureyen giyaneweren le dijin va bajareki behamta ye.
Onen behs kir ku demeke direj e çavderiya populasyona jindaren li bajer dike ü dimenen wan dikşine ü wiha axivi:
"Bi saya ve yeke derfeta min çebü ku ez gelek cureyen jindaran nas bikim ü wan qeyd bikim. Me nave "Niştecihen Kratera Nemrüde" li xebata xwe ya dawin kir. Me ev nav di çarçoveya armanceke da bi kar ani. Di dinyaya ku bi lez kurewi dibe da xerckirin zede dibe, hevkeşeya serjimare diguhere ü bajaribün zede dibe. Bi guherina bi lez va hevkeşeya tebii xira dibe ü qada jiyana jindaren din teng dibe. Heviya me ew e ku ev jindaren ku li qada kratere ya biçük da dijin heta hetaye di nav ewlehiye da bijin."
Pişti ku belgefilm hat temaşekirin Wekile Rektor Prof. Dr. Murat Aygun plaket teqdimi Onen kir. -
|