Li navçeya Amediye ya Duhoka Iraqe, Ferhad Nerweyiye ku kure wi di erişa rexistina terore PKKye ya duh da birindar bü, diyar kir ku PKK timi gele Amediye dike hedef. Nerweyiye ku kure wi di erişa duh a PKKye ya li nehiyeya Bamerneye ya Amediye da birindar bü, ji bo peyamnere AAye li ser mijare daxuyani da. Nerweyi wiha got, "Kure min di erişa PKKye da birindar bü. Em ji Serokatiya Herema Kurdistane hevidar in ku sinoreki ji çalakiyen PKKye yen li Amediye ra dayne. PKK bi tene sivilan dike hedef." Nerweyi der heqe erişa PKKye ya duh da ji wiha got, "Em li gunde Zivesera ye Bamerniye bün. Saeta dora 16.30i bü. PKKye 3 topen hawane avetin, li neziki me ketin. Di erişe da 2 zarok hatin kuştin ü zaroke min ji birindar bü. Herkes baş dizane ku PKK li paş vi kari ye. Hezen ewlekariye hatin ciye büyere, dihat zanin ku PKKye ev kir. Herema Kurdistane ji bo rawestandina erişen PKKye dive cidi tevbigere. Ev ne ewil e ü de nebe ya dawi ji. PKK timi gele Amediye dike hedef. PKK bi van erişan va istiqrara Herema Kurdistane dike hedef." -
|