Mesüd Barzaniye Seroke Herema Kurdistana Iraqe bang li kurden li DYA ü Ewropaye dijin kir ji bo zexten li ser hereme rabin çalakiyen qanüni ü aştiyane bikin.
Di daxuyaniya niviski ya ji ofisa Barzani hat dayin da wiha hat gotin: "Ez bange li kurden li DYA ü Ewropaye dijin dikim ji bo piştgiriye bidin gele me çalakiyen qanüni ü aştiyane bikin. Ji bo rakirina zexte ji welatiyen welaten hün le dijin alikariye bixwazin."
Di daxuyaniye da hat destnişankirin di ve pevajoye da berpirsyariyeke mezin dikeve ser mile diyasporaya kurdan ü wiha got: "Ez dixwazim hün denge Herema Kurdistane ya mezlüm ü peyama aştiyane ya gele me ragihinin hemü dinyaye."
Barzani di berdewamiya daxuyaniye da wiha got: "Gele me niha di bin dorpeçe da ye ü bi cezakirineke komi ra rü bi rü ye. Hikümeta navendi ya Iraqe tene qala fikra xwe dike ü di bin nave qanüne da dixwaze gele besüc ceza bike. Helbet cezaye dixwazin li ser gele me bisepinin deri hemü qanün ü destüra bingehin e. Di heman deme da dixwazin bi şer ü çekan iradeya xwe li ser gele me ferz bikin. Ji ber ve qedere 150 hezar kesi ci ü ware xwe terikand." -
|