Namzede Parlamenteriye ye AK Partiye ye Diyarbekire Remzi Çayir der heqe bangewaziya qaşo lidere rexistina terore PKKye ye li Qendile Murat Karayilan a "denge xwe bidin HDPye" da wiha got, "Tu rabüyi ü keti bin emre Qendile, tu nikari siyasteke serbixwe biki, te wesfe xwe ye nünertiya gel ji dest daye, le tu disa rabüyi ku deng dixwazi. Gele Diyarbekire dive edi hişyar bibe."
Çayir di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da diyar kir ku di salen ve axiriye da bi xera biryardariya tekoşina diji terore, hezen ewlekariye li dervayi welat ü li nava welat operasyonen pir serkefti pek anin.
Çayir bal kişand ku li dinyaye dewra siyaseta etniki nemaye ü wiha got, "Parlamenteren HDPye he ji şüna ku nünertiya gel bikin, telimaten Qendile tinin cih."
Çayir diyar kir, serdemen ku insan li gori din, reng ü zimanen xwe dihatin tesnifkirin, serdemen primitiv bün ü wiha dewam kir:
"Dinyaye terikand, Tirkiye ji diterikine. Beriya her tişti dive mirov ji şidete dür bikeve ü dive mirov şidete weki rebaz qebül neke. Tu rabüyi ü keti bin emre Qendile, tu nikari siyasteke serbixwe biki, te wesfe xwe ye nünertiya gel ji dest daye, le tu disa rabüyi ku deng dixwazi. Gele Diyarbekire dive edi hişyar bibe." -
|