Gelek türisten İrani ku tetila cejna newroze ya ji 13 rojan pek te bo li derveye welet derbas bikin bere xwe dan Wane ü ew li peş Deriye Sinor e Kapikoye bi qerenfilan hatin peşwazikirin.
Welatiyen İrane bere xwe dan bajare Wane ku bi welaten wan ra xwedi sinore heri direj e.
Türisten ji İrane di deriye sinor e Kapikoye ya li navçeya Saraye ye da debasi ali Wane bün ü tetila xwe li Tirkiyeye dikin.
Bi qerenfilan hatin peşwazikirin
Ji Midüriyeta Çand ü Türizme ya Bajer, Qeymeqamtiya Saraye ü Midüriyeta Gumruke heyeteke türisten ji İrane hatin Tirkiyeye peşwazi kirin ü qerenfil dan wan. Di heman deme da heyete cejna newroze ji piroz kir ü loqim ikrami mevanen xwe yen ji İrane hatin, kirin.
Esnaf ü dikandaren Wane ji ber cejna newroze gelek kefxweş in lewra dema welate ciran tetile dide destpekirin ü ew ji ve yeke wek fersend dibinin ü kefxweş dibin. Li Wane niha bi nave "Shopping Fest"e mihrican heye ü esnafen bajer bi zimane Farisi va danezanen li sere nasandin hene, bi pace ü peş dikanen xwe va kirine. Türisten ji İrane ji digel zema xerce ya ku li ali welate wan te sepandin dev ji Wane bernadin ü tişten ji bo xwe wek pewisti dibinin ji ali Wane dikirin ü dibin welate xwe. Bi saya kirinen türisten ji welate ciran aboriya bajer geş ü dile esnafen bajer ji xweş dibe, rüye wan dikene.
Tetila li ali İrane we heta 13 rojan dewam bike ü te payin hejmara türisten ku we ji wir ben ji zedetir bibe. Saziyen fermi ü odeyen esnafen bajer ji bo xweş ezimandina türistan hewl didin ü dixwazin ku bila mevan ji wan razi biminin.
Türisten ji İrane ji dibejin ku Wan bajareki xweş e ü pewistiyen xwe bi hesani li wir dikarin temin bikin. -
|