Xelfetiya navçeya Şanliurfaye ya li deve Bendava Birecike ye bi hatina bihare re geş bü.
Qismeke Xelfetiye di bin Gola Bendava Birecike da maye, le ji ber ku geleki xweş ü aram e Komiteya Kordinasyona Navneteweyi ya Cittaslowe di sala 2013an da Xelfeti xist nav listeya "Bajare Aram".
Navçe ji ber avahiyen bi keviran hatine çekirin, gola bendave ü xweşikahiyen xwezayi wek bihüşta veşarti ya Başüre Rojhilate Anadoluye te binavkirin ü gelek turist ten ziyareta bajer.
Ji ber ku sala 2019an wek "Sala Gobeklitepeye hat ilankirin wisa te texminkirin we zedetir turist bene navçeye.
Kesen ten Xelfetiye keştiye siwar dibin di nav Gunde Savaşane ya di bine ave da maye digerin.
Turist Rumkaleye ü Mizgefta Mezin a qismeke we di bin ave da maye dibinin, gula reş a ku li dinyaye bi tene li navçeye digihije ji behn dikin.
"Eleqeya ji bo xelfetiye zede dibe ü em ji ber ve kefxweş in"
Seroke Konseya Bajer e Xelfetiye Nihat Ozdal ji nüçegihane AAye ra daxuyand ji ber ku sala 2019an wek "Sala Gobeklitepeye hat ilankirin ew texmin dikin isal we zedetir turist bene navçeye.
Ozdal got ew bende ne ku isal zedetir turisten biyani ben ü wiha dewam kir: "Ji ber pirsgireken demeke çebün hejmara ziyaretvanan kem bübü. Le par qasi 600 hezar kes hatin ziyareta Xelfetiye. Li gor fikra me isal we milyoneke derbastir be. Li navçeye 135 keşti hene ü ew ji niha va tiji bün. Ofisen gere edi Xelfetiy ji dixin nav listeya xwe. Ji ber ve eleqeya ji bo xelfetiye zede dibe ü em ji ber ve kefxweş in."
"Di dawiya hefteye da em mazuwaniya 5 hezar turistan dikin"
Şeref Albayrake Wekile Şaredar e wek qeyüm hat tayinkirin ji got pişti wi dest bi wezifeye kiriye karen baş hatine kirin.
Albayrak got gelemperi di dawiya hefteye da hejmara turistan zede dibe, le ew dixwazin di nav hefteye da ji hejmar zede bibe ü wiha dewam kir: "Bajare me ye aram bi hatina bihare, bi germbüna hewaye zindi bü. Di dawiya hefteye da em mazuwaniya 5 hezar turistan dikin. Di meha nisan ü gulane da ev hejmar we zedetir bibe. Hevi dikim bi xebaten ku em dikin va turisten biyani ji ben vir." -
|