Wezire Perwerdeya Neteweyi Ziya Selçuk der bare aşikirina mamosteyan ya ji bo virusa koronaye ya nü (Kovid-19) da got di nav hefteyen bori da wan listeya xebatkaren dibistanan ya ji milyonek ü 259 hezari kesi pek te şandiye Wezareta Tenduristiye.
Selçuk li Sungurliya navçeya Çorume li Dibistana Seretayi Arifegaziye doza ewil a aşiya Kovid-19e bü ü pişti wi aşikirina xebatkaren tenduristiye dest pe kir.
Wezir Selçuk got mamoste niha dikarin li vir aşi bibin, le paşe ew dikarin li navenden tenduristiye ji aşi bibin.
Selçuk wiha axivi: "Li gor pevajoya peydakirina aşiye Wezareta Tenduristiye plansaziye dike. Di nav hefteyen bori da me listeya xebatkaren xwe yen dibistanan ya ku ji milyonek ü 259 hezari kesi pek te şandibü. Hemü welatiyen me di e-Nabize da an ji peyamşandina ji 2023ye va dikarin agahiye hildin ku dore kinge be wan. Paşe dikarin randevuye çebikin ü doza ewil ya aşiye bibin. Di doza duyemin da ji disa heman pergal we dewam bike."
Perwerdeya rü bi rü
Selçuk got perwerdeya rü bi rü we di 1e Adare da dest pe bike ü wiha axivi: "Ya rast em her tim hewl didin dest pe bike. Ji destpeka şewbe vir va hemü dibistanen me li gor standarten Enstitüya Standarten Tirk amadehiyen xwe kirin. Bi saya hilberina liseyen me yen pişeye ü navenden perwerdeya gel di alaven paqijiye ü yen din da beyi ku em zehmetiyeki bikşinin em dikarin ve pevajoye bi re va bibin. Dibistanen me amade ne. Hema bibeje hemü dibistanen me Belgeya Paqijiye ya Dibistana Min hildan. Ev bi saya kontroleke ji derva va te bidestxistin. Dibistanen me yen din ji we vebin. " -
|