Hezen Arteşa Tirkiyeye li Minbice di çarçoveya xebaten ji YPG/PKKya rexistina terore paqijkirine da li navçeye dest bi wezifeya dewriyeya duyemin kirin.
Li gor agahiyen nüçegihane AAye wesaiten eskeri yen Arteşa Tirkiyeye çün derdora Çeme Sacuye ku navçeya Cerablusa li herema Mertale Ferate ü xeta eniya Minbice ji hev diqetine.
Arteşa Tirkiyeye di heman deme da li hember navçeya Dadate ku baregehen hezen Amerikaye le ne xebaten dewriyeye dike.
Xebaten dewriyeya ewil 18e Hezirane hatibü kirin.
Amerika ü Tirkiye ji bona ku YPG/PKK ji Minbica li rojavaye Ferate ya li bakure Süriyeye vekişe li hev kiribün.
Wezire Karen Derva Mevlut Çavuşoglu ü Mike Pompeoye Wezire Karen Derva ye Amerikaye di hevditina di 4 Hezirane da ji bona ewlehi ü istiqrara Minbice li ser nexşereyeke li hev kiribün.
Li gor plane terefen eskeri ü istixbarata Tirkiye ü Amerikaye we li Minbice dest bi çavderiyeke hevbeş bikin.
Li gor lihevkirine pişti ku endamen YPG/PKKye derketin ji hezen heremi we reveberi be avakirin.
YPG/PKKye Tebaxa 2016an da bi alikariya Amerikaye Minbica navçeya Helebe ji DEAŞa rexistina terore hildabü ü dagir kiribü.
Ji sedi 90i zedetir nifüse Minbice ji Ereban pek te. -
|