Di Operasyona Çiqle Zeytüne da Arteşa Tirkiyeye (TSK) ü Arteşa Süriyeya Azad (ASA) li herema Cindirese ya li Efrine dereke stratejik e derbe li PYD/PKKya rexistina terore dixin.
Arteşa Tirkiyeye ü Arteşa Süriyeya Azad li beldeya Cindirese ya li rojavaye Efrine li gunde Dewiyeye ü 3 giren li heman dere diji PYD/PKKye operasyon dike.
Di operasyone da Arteşa Süriyeya Azad ji bejaye va diçe ü balafiren Arteşa Tirkiyeye, SİHA ü yekineyen li ser sinore Hataye piştgiriye didin.
Li eniya şer ü operasyone da pevçünen Arteşa Süriyeya Azad ü endamen rexistina terore bi kameraya AAye hat kişandin.
Gunde Dewiyeye ku li rojavaye başüre Efrine ye ji ber ku endamen rexistine ji Cindires ü giren derdore erişi Reyhanli, Kirikhan ü Hassaye navçeyen Hataye dikin dereke stratejik e.
Arteşa Tirkiyeye ü Arteşa Süriyeya Azad ji destpeka operasyona heta niha li Efrina ku bi deste PYD/PKKye hatiye dagirkirin li 5 beldeyan ü navenda beldeyeke, 34 gund, 3 gom ü 14 je gir ü çiyayen stratejik bi tevahi 52 ci ü war ji rexistine rizgar kirine. -
|