Arteşa Libyaye daxuyand, di du balafiren ku ji Misre hatin ü li herema Sebhaye danin da çek hene.
Berdevke Daireya Operasyoinen Sirte ü Cufraye ya Arteşa Libyaye Ebdulhadi Dirah daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir, di balafiren ku li Balafirgeha Sebhaye ya Navneteweyi danin da çek hene.
Dirah daxuyand, di du balafiren ku ji misre hatin da, di bine dermanan da veşarti çek ü cebilxane heye ü wiha dewam kir, "Di her du balafiran da hinek derman hene, le piraniya kargoye çek ü muhimat in."
Wezareta Tenduristiye ya Libyaye duh li ser hesabe xwe ye Facebooke daxuyani dabü ü diyar kiribü ku du sewqiyaten derman ü alaven tibi ku ji Misre hatin şandin, hatin Balafirgeha Navneteweyi ya Sebhaye.
Kanala televizyone ya El-Hadese ku weke nezi Xelife Heftere derbeker te zanin ji gotibü ku bi tevkariya Hefter ü Serokomare Misre Ebdulfettah es-Sisi sewqkirina alaven tibi, gihişt welet.
Li Libyaye demeke direj e ku beistiqrari heye. Xelife Heftere derbeker di nisana 2019an da ji bo ku paytext Trablus ü revebiriye bi dest bixe, fermana erişe dabü milisen xwe li welet şere navxweyi dest pe kiribü. -
|