Fehim İsaye Fermandare Tumena Siltan Murad ya di bin bane Arteşa Süriyeya Azad da ye destnişan kir hedefa wan a tekane parastina yekitiya ax ü azadkirina xelke Süriyeye ye.
İsa daxuyani da nüçegihane AAye ü destnişan kir operasyona Mertale Ferate qediya ü got bi saya ve operasyone hezen Arteşa Süriyeya Azad bi xwe va hatin ü ji xwe bawer bün.
Fehim İsa diyar kir li hereme tene Arteşa Süriyeya Azad li diji hezen terore şer dike ü wiha got: "Em tene ji bo xelke Süriyeye şer dikin. Em naxwazin weki PYDye Süriyeye perçe bikin ü weki DEAŞe zilm ü zexte li gel bikin. Loma ji doza me heq e. Hedefa me ya tekane parastina yekitiya ax ü azadkirina xelke Süriyeye ye."
İsa destnişan kir dive dewleten mezin fehm bikin bi rexistineke terore rexistineke din a terore ji hole naye rakirin ü wiha dewam kir: "Operasyona Reqaye dest pe kiriye ü hin fikar ü metirsiyen me hene. Digel hemü hişyariyan Amerikaye biryar da operasyone bi PYDye ra bike. Niha operasyon dewam dike. DEAŞ ji Tedmur ü el-Maraya li rojhilate Humuse ü Reqaye vedikişe. Ji ber ve ji gumanen me hene. Em nizanin li Reqaye çi diqewime. Di navbera DEŞA ü PYDye da çi diyalog ü peyman heye em nizanin."
Fehim İsa diyar kir ji bo hizür ü aramiya Süriyeye amade ne tevli hemü operasyonan bibin. -
|