Revebiriya Washingtone daxuyand ew ji bo ku destüra jiyina eqrebayen revebiren payebilind en İrani ya li Amerikaye betal bikin, dixebitin.
Nünere Taybet e İrane ye Amerikaye Brian Hook li ser hesabe Twittere ye Farisi ye Wezareta Karen Derva peyamek weşand.
Hook got ji hesaben medyaya civaki yen wezarete ra hin peyam ten şandin ü di van peyaman da te gotin bila Amerika destüra jiyina eqrebayen revebiren payebilind en İrani yen li Amerikaye betal bike.
Hook wiha got: "Ez dikarim bibejim em li ser mijare dixebitin."
Di peyama xwe da Hook got revebiren payebilind en İrani ji bo jiyan ü perwerdeye eqrebayen xwe dişinin Amerikaye ku ev ji durütiya rejime nişan dide ü wiha dewam kir: "Revebiren rejime dirüşmeya 'Ji Amerikaye ra mirin'e berz dikin, le bi pereye gele İrane ji bo jiyin ü perwerdeye malbaten xwe dişinin qaşo 'Şeytane Mezin'."
Kanala televizyone ya Amerikaye NBC Newse di 3ye Çileya Peşin da nüçeyek weşandibü.
Di nüçeye da hatibü gotin malbaten Ameriki yen li İrane ji ber sedemen cuda hatine girtin ji revebiriya Washingtone dixwazin destüra jiyina eqrebayen revebiren payebilind en İrani ya li Amerikaye bila ben betalkirin.
Hatibü gotin listeya kesen İrani yen li Amerikaye dijin an ji perwerdeye dibinin peşkeşi revebiriya Washingtone hatiye kirin.
Meryem Feriduna xwarziya Serokomare İrane Hesen Ruhani, Fatma Laricaniya qiza Seroke Meclise Eli Laricani, İsa Haşimiye kure Masume İbtikara Alikara Serkomar a ji karen Jin ü Malbate Berpirsyar e li Amerikaye dijin.
Li İrane heri kem 4 welatiyen Amerikaye ji ber süce sixüriye girtine. -
|