Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 23:49 
News  > 

Amerîka Pîlan Dike Ku Piştgiriya Dide Ypg/pkkyê Bidomîne

20.02.2019 13:20

Amerîkayê pêvajoya ji Sûriyeyê vekişandina eskerên xwe da destpêkirin ligel vê stratejiya li ser Sûriyeyê ya rêveberiya Washîngtonê hê eşkere nîne.

Erden di deste DEAŞe da bi tevahi hatin sitandin ligel ve Amerikaye piştgiriya ji bo tekoşina diji DEAŞe ya li Süriyeye dide YPG/PKKya nave Hezen Demokratik en Süriyeye (HDS) bi kar tine bidomine.



Amerikaye pevajoya ji Süriyeye vekişandina eskeren xwe da destpekirin ligel ve stratejiya li ser Süriyeye ya reveberiya Washingtone he eşkere nine.



Eskeren Amerikaye vedikişin lebele pirsen li ser tekiliya Amerikaye ü YPG/PKKya nave HDSye bi kar tine, aqübeta silahen dane rexistine, pekanina istiqrara heremen ji DEAŞe hatin sitandin ü aqübeta endamen DEAŞe yen zindi hatin girtin li benda bersive ne.



Piştgiriya ji YPG/PKKye ra ew e dewam bike



YPG/PKKya rexistina terore hefteya bori Bagoza bajaroka dawin a di deste DEAŞe ya li rojhilate Ferate zeft kiribü.



Bi vi awayi edi hincetek di deste Amerikaya idia dikir bi hinceta tekoşina diji DEAŞe piştgiriye dide YPG/PKKye da nema ku alikariye bide rexistine.



Lebele te ditin ku Wezareta Parastine ya Amerikaye (Pentagon) hinceta xwe ya bere gelek caran revize kiribü disa revize kir.



Nüçegihane AAye got, "Erde dawin e di deste DEAŞe da ji hat sitandin, bi vekişina Amerikaye va gelo hüne silahen di deste YPG/PKKye da kom bikin?" li ser ve Serpel Sean Robertsone Berdevke Pentagone got piştgiriya ku Amerika dide rexistine ew e dewam bike.



Robertson di bersiva xwe da wiha agot:



"HDS di tekoşina diji DEAŞe da bü hevkareke ewledar ü ealak. Me got ku silahen dan HDSye ew e ji bo wezifeya taybet ü tekbirina DEAŞe bin ü hejmara wan were zanin. Hindik ma bakure rojhilat (ya Süriyeye) were azadkirin lebele he gelek karen dibe werin kirin hene. Dema ew wan erdan paqij dikin ü peşi le dibir ku DEAŞ disa dernekeve hole em e piştgiriya ji bo wan bidominin."



Amerikaye ji sala 2015an vir da bi nave Koalisyona Ereban a Süriyeye silah dida YPG/PKKye. Donald Trumpe Seroke Amerikaye di gulana 2017an da di çarçoveya operasyona Reqaye da telimat dabü ku silahan rasterast bidin YPG/PKKye.



Pentagone ji gotibü ku silahan bi tene ji bo operasyona Reqaye didin ü pişti operasyone ew e silahen giran ji deste wan hildin.



Lebele pişti operasyona Reqaye, ji ber ku bere operasyone di başür da kirin Amerikaye gotibü ku ew e silahan he kom nekin.



Amerikaye ji bo piştgiriya dide YPG/PKKye heremen di edeste DEAŞe da weki hincet nişan dida, pişt ku DEAŞ hat tekbirin nika li formuleke din digere. Reveberiya Washingtone nika dibeje "Ji bo DEAŞ disa li wan hereman derneke hole" ew e tekiliye bidomine.



Reveberiya Washingtone dixwaze ku parastina YPG/PKKye hewaleye welaten Ewropaye bike.



Patrick Shanahane Wezire Parastine ye Amerikaye beriya civina NATOye daxuyani dabü ü gotibü di rojeva wan da ye ku li Süriyeye "heza çavderiye" ya ji hevkaren koalisyone pek te ava bikin. -



 
Latest News





 
 
Top News