Amerikaye cardin dest pe kir ü li başüre Süriyeye perwerdeye dide Arteşa Azad a Süriyeye ku ev demeke direj e alikari nedidaye.
Amerikaye alikariya ku li başüre Süriyeye dida komen Arteşa Azad, 3 sal bere biribü. Pişti ve yeke komen terorist en biyani en di nava refen rejima Esed da ku İran piştevane wan e, li rojhilate başüre Süriyeye li ser sinore Iraqe bübün desthelat.
Li gori çavkaniyen xwemali yen li hereme, Amerikaye cardin dest pe kir ü li Baregeha Tanife ye neziki sinore Süriye, Iraq ü Urdine ü herwiha di nava sinore Urdine bi xwe da perwerdeye dide hezen Arteşa Azad.
Şewirmenden diji DEAŞe di perwerdeye da dibin alikar
Şewirmenden endamen hevpeymana navneteweyi ya diji DEAŞe, piştgiriye didin perwerdeya ku sübay ü peywirdaren istixbarate yen Amerikaye didin.
Di waren weki operasyonen asimani yen peyakirine, li çole ü di şert ü mercen giran da lixwemiqatebün ü erişa diji deveren diyarkiri da perwerdeya taybet ji bo mensüben Arteşa Azad te dayin.
Çavkani destnişan dikin ku proje li diji hucreyen veşarti yen DEAŞe yen li hereme ü hezen İrane yen li ser sinor hatiye amadekirin. -
|