Cigire Seroke Gişti ye AK Partiye ü Serokwezir Binali Yildirim di Kongreya Asayi ya 6emin a Erzincane ya AK Partiye da axivi ü got: "Amerika tu bi rexistinen terore ra kar diki ü dixwazi bigihiji ke dere? Ev re tari ye, ev kuçey dernakeve dereki. Hej wexta te heye ku tu dev ji ve xeletiye berdi. Edi çek ü piştgiriye nedin van bebext ü hoven ku çav li sere wan tari büye ü milete dikujin."
Serokwezir destnişan kir ku Tirkiye mecbür e ku sinoren xwe bipareze ü wiha dewam kir: "Weki bere em mecbür in ku iro ji welat ü sinoren xwe biparezin. Şere rizgariye ye 100 sal bere çi be tekoşina me ya 15e Tirmehe ji heman tişt e. Şere me ye li Çanakkaleye çi be tekoşina me ya li Efrine ji heman tişt e. Ji vir pe va tekoşina li dereki din ji we bi heman awayi dewam bike."
Yildirim destnişan kir ku ji kijan aliyi be bila be ji bo berterefkirina gef ü tehdiden li ser sinor, welet ü milete Tirkiyeye ewe hewl, xebat ü tekoşina xwe bidominin ü wiha pe da çü: "Bira her kes ve bizanibe, tehdid ji kijan aliyi va te ser sinoren me bira be ew e demildest were berterefkirin. Herwisa wan kesen ku dixwazin li sinore me dewlete ava bikin ew e di ber wan da bimine.
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokwezir ü Cigire Seroke Gişti ye AK Partiye Yildirim Amerikaye ji hişyar kir ü je xwest ku bila dev ji piştgiriya dide rexistinen terore berde ü hişyariya xwe wiha domand: "Amerika tu bi hevkariya rexistinen terore dixwazi bigiheji ku dere? Ev re tari ye ü ev re dernakeve dereke. He dema te heye ku dev ji ve xeletiye berdi. Edi alikari ü çekan nede bebext ü kujeren ku çaven xwe nakirpinin ü insanan dikujin."
Serokwezir Yildirim ragihand ku çave wan di axa tu kesi da tuneye ü got: "Bila herkes ve baş bizanibe ku çi dibe bila be eme welate xwe dewleta xwe ü milete xwe biparezin. Çave me di axa tu kesi da tuneye. Le em li hemberi zilma tu kesi ji bedeng naminin ü pe razi ninin."
Yildirim di berdewamiya axaftina xwe da bal kişand ser kesen ku dibejin bila Arteşa Tirkiyeye nekeve Efrine ü wiha dewam kir: "Bila kes caze neke. Ey Kiliçdaoglu tu di xizmeta kijan aqili da yi? Dibeji 'nekevin Efrine'. Ev mantiqeke çawa ye? PKK/PYD-YPG/DEAŞa rexistina terore ku heft duwel alikariya wan dike ü weki hev in bi eşkereyi seri ji dewlet ü gele me ra radikin. Tu li pişta ke yi? Derkeve ü bibeje." -
|