"Amerîka dixwaze di navbera Moskowa û Pekînê da şerek derkeve û vê jî venaşêre"

20.09.2019 10:05

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov: "Niha kontrola herêma Avrasya û Asya Pasîfîkê ji destê wan derketiye û li wir hin geşedan çêdibin. Ji ber vê Amerîka dixwaze di navbera Moskowa û Pekînê da şerek derkeve û vê jî venaşêre"

Wezire Karen Derva ye Rüsyaye Sergey Lavrov got ku ji bo ku di navbera Rüsya ü Çine da şerek derbikeve Amerika çalakiyan dimeşine.

Wezir Lavrov ji bo kovareke Rüsi meqaleyek nivisand. Lavrov di nivisa xwe da got ku di aboriya dinyaye da istismarkirina dolar ü mueyideyan edi büne 'rezik.'

Lavrov got ku Amerika ji bo ku di navbera Rüsya ü Çine da şerek derbikeve tişta ji deste wan te dike ü mitefiqen xwe ku di navbeyna Rüsya ü Çine xirab bikin seferber kirine.

Lavrov wiha got: "Niha kontrola herema Avrasya ü Asya-Pasifike ji deste wan derketiye ü li wir hin geşedan çedibin. Amerika dixwaze entegrasyona li hereme rüniştiye xirab bike. Ji ber ve Amerika dixwaze di navbera Moskowa ü Pekine da şerek derkeve ü ve ji venaşere"

Lavrov bi bir xist ku reveberiya Washingtone ji Peymana Hezen Nukleere yen Menzila Navin (INF) vekişiyaye ü ev ji ji bo hemü peymanen fuzeyen nukleere xetereyeke mezin e. Lavrov got ku Amerika niha li fezaye ji dest bi bicihkirina çekan kiriye. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '