Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 19/04/2024 00:09 
News  > 

Alîkarê Serokomar Oktay Budçeya Rêvebiriya Navendî ya 2022yan da nasandin

15.10.2021 12:12

Alikare Serokomar Fuat Oktay: "Di budçeya 2022yan da armancen neteweyi yen mina şoreşa peşketina heşinahiye ü hewla teknolojiya neteweyi xalen sereke ne."

Fuat Oktay li Kuliyeya Serokomariye Peşniyaza Qanüna Budçeya Revebiriya Navendi ya 2022yan da nasandin.

Oktay diyar kir Peşniyaza Qanüna Budçeya Revebiriya Navendi ya 2022yan amade ye ku iro ji hela birez serokomare wan va peşkeşi Meclise bikin.

Alikare Serokomar Oktay destnişan kir di budçeya 2022yan da armancen neteweyi yen mina şoreşa peşketina heşinahiye ü hewla teknolojiya neteweyi xalen sereke ne.

Oktay destnişan kir mesrefen budçeya 2022yan trilyonek ü 750 milyar ü 957 milyon lire, qezenc trilyonek ü 472 milyar ü 583 milyon lire, ferqa we 278 milyar ü 374 milyon lire te texminkirin ü wiha got, "Em para mezin ya budçeye ku ji sedi 15,6 e tevi perwerdeya bilind ji perwerdeye ra vediqetinin ü bi zedebüneke ji sedi 29,4an derdixin 273,5 milyar lireyi."

Alikare Serokomar Oktay destnişan kir di budçeye da para tenduristiye derdixin ji sedi 7an ü bi tevahi ji 304,6 milyar lire çavkani hatiye terxankirin ü wiha axivi, "Di budçeye da çavkaniya ji bona yekeyen ewlehiye ü parastine di sala 2021e da 139,7 milyar lire bü, di 2022yan da bi zedekirineke ji sedi 29,6an 181 milyar lire ye."

Oktay ragihand di budçeya 2022yan da ji bona mesrefen civaki 104,2 milyar lire, ji bona çandiniye 57,6 milyar lire ü alikariyen reel 68,9 milyar lire çavkani hatiye terxankirin. -



 
Latest News





 
 
Top News