Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 19/04/2024 02:20 
News  > 

Alema Îslamê li hemberî Fransaya ku piştgiriyê dide heqaretên dijî Hezretî Mihemed bi yekdengî...

26.10.2020 15:57

Li Fransayê di serî da Serokomar Emmanuel Macron gelek rayedarên Frensî dijî Îslamê û Hezretî Mihemed daxuyanî dan ku li alema Îslamê ev bû sedema bertekan Ji ber tevgera Fransayê xwepêşandan hatin kirin, ber û berhemên wê hatin boykotkirin ku ev jî ji bo rêvebiriya Parîsê bû sedema fikarê.

Li Fransaye di seri da Serokomar Emmanuel Macron gelek rayedaren Frensi piştgiri dan karikaturen ku Hezreti Mihemed biçük dibinin. Li ser ve welaten Misilman bertek nişan dan Fransaye ü li hemberi we boykot dan destpekirin.

Serokomare Fransaye Emmanuel Macron di 2ye cotmehe da daxuyandibü ku dive İslam ji nü ve be sazkirin ü Misilmanan bertek nişani wi dabü. Macron ji ber ku İslame wek "ev din iro li her dere dinyaye di qeyrane da ye' bi nav kir ü İslam hedef nişan da rasti berteke te.

Wezire Karen Navxweyi Gerald Darmanin ji di 13e cotmehe da bi idiaya "tekoşina diji İslama radikal" daxuyand ji sere sale vir va 73 mizgeft, dibistan ü kargeh hatine girtin. Darmanin got ew li marketan firotina xwarinen helal aciz dibe.

Li Fransaye di 16e cotmehe da seri mamosteyeki jekiribün ü hatibü ragihandin mamosteye hatiye kuştin mamosteye diroke ye ü di dersa xwe da ji ber ku karikature Hezreti Mihemed nişan daye ji hela erişkar va hatiye kuştin.

Pişti ve büyere hikümeta Fransaye daxuyaniyen İslame ü Misilmanan hedef nişan didin dan, zexta li ser Misilmanan zede bü. Macron ve kuştine wek "terora İslami" bi nav kir.

Ji ber ku Serokomar Emmanuel Macron ü piştgiren wi li hemberi Misilmanan ü saziyen İslamidaxuyaniyen wiha dan kirin li welet eriş zede bün. Li paytext Parise 2 jinen sergirti li nezki Kuleya Eyfele rasti erişe hatin. Duh ji 2 birayen welatiyen Urdune li Parise rasti erişa nijadperest hatin.

Le disa ji rayedaren Frensi piştgiri dan karikaturen kovara Charlie Hebdoye yen Hezreti Mihemed biçük dibinin ü daxuyaniyen xwe yen diji İslame domandin. Macron piştgiri da weşandina karikaturen ku Hezreti Mihemed biçük dibinin ü ew li hin avahiyen kamuye hatin daliqandin.

Li welaten İslame kampanyayen diji ber ü berhemen Fransaye hatin destpekirin.

Tirkiye ji di nav da gelek welaten İslame bertek nişani Fransaye ü daxuyaniyen rayedaran dan. Li van welatan kampanyayen diji ber ü berhemen Fransaye hatin destpekirin ku ew neyen stendin.

Li ser ve tevgera boykote Wezareta Karen Derva ya Fransaye duh daxuyaniyeke niviski da ku li welaten Misilmanan bila boykota xwarin ü beren Fransaye neye kirin, le disa ji li ser medyaya civaki bang te kirin ku boykot dewam bikin.

Ji Tirkiyeye bertek

Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya di 7e cotmehe da bertek nişani Macron da ü gotinen wi wek provokasyon, beedebi ü behedbün bi nav kir. Erdogan got Macron ji aliye hiş va nexweş e ü dive be tedawikiri.

Wezareta Karen Derva ji got kes nikare dine İslame ya aşti ü piroz wiha şirove bike, ev hede xwe nezani ye.

Seroke Kar ü Baren Diyanete Ali Erbaş ji weşandina karikaturen diji Hezreti Mihemed ü daliqandina wan a li hin avahiyen kamuye wek dijminatiya İslame nirxand ü bangi Misilmanan kir ku ew diji ve berteke nişan bidin.

Ji Teşkilata Hevkariya İslame bang

Teşkilata Hevkariya İslame bangi Fransaye kir ew dev ji van politikayen xwe yen zirare didin hesten Misilmanan berde.

Di daxuyaniye da hat gotin ew ve erişa sistematik a li hemberi Misilmanan şermezar dikin.

Serokwezire Pakistane Xan hişyariya "Hün İslamofobiyi xurt dikin"

Serokwezire Pakistane İmran Xan li ser hesabe xwe ye Twittere got erişa Macron ya li hemberi İslame Misilmanan dieşine ü re li ber İslamofobiye vedike.

İrane bertek nişani peşengen Frensi da

Hükmet ü meclisa İrane ji bertek nişani çalakiyen diji İslame yen rayedaren Frensi da. Wezareta Karen Derva daxuyand ku heqaret ü bereziya diji Hz. Muhammed naye qebülkirin ü helwesta hikümeta Frensi nefreta li diji Misilmanan ji her wexti zedetir kir.Hin parlamenter ü siyasetmedaran ji li ser hesaben xwe yen medyaya civaki daxuyani dan ü bertek nişani Fransaye dan.Berteka heri tund Seroke Meclisa İrane Mihemed Bakir Kalibaf nişani Fransaye da. Kalibaf li ser hesabe xwe ye Twittere daxuyani da ü wiha got, "Hemü Misilman ü bawermenden tewhide dijmintiya nemerd a ku peşengen rijd ü be aqil en Fransaye diji Pexembere Rehmete dikin, bi tundi şermezar dikin. Ev xerabiyen van kesen berümet, be baweriya wan a ji Xwede ü dijmintiya wan a li diji hemü dinen semawi nişan dide."- Li Iraqe konvoya berteke ya diji Macron, di protestoyen li Süriye ü Yemene da bangewaziya boykotajeDuh li Bexdaya paytexte Iraqe grubek li wesayiten xwe siwar bün, bi postera Macron a ku li ser bi xeten sor hatibü xezkirin va bertek nişan dan. Welatiyen ku di re ra derbas dibün ji piştgiri dan konvoya berteke ya diji Macron.Li Süriye ü Yemene ji xwepeşandinen protestoye hatin lidarxistin ü xwepeşanderan pankarten ku li ser "Hezreti Muhammed xeta me ya sor e" vekirin ü bangewazi kirin ku malen Fransaye werin boykotkirin. Di xwepeşandinan da posteren Serokomare Fransaye Macron hatin şewitandin.Seroke Weqfen Yemene Ehmed Atiyye ji li ser hesabe xwe ye Twittere daxuyani da, weneyeke ku li ser "Beren Fransaye boykot bikin, Macron ü Fransa heqarete li pexembere omete dike. Resülullah xeta me ya sor e" parve kir.- Xwepeşanderen li Filistine Alaya Tirkiyeye vekirinDi xwepeşandinen ku li Filistine hatin lidarxistin da xwepeşanderan alaya Tirkiyeye vekir, postere Serokomare Fransaye Emmanuel Macron şewitand.Bi sedan Filistini beşdari xwepeşandina ku li Xezeye hat lidarxistin bü ü diyar kirin ku ew daxuyaniyen Macron red dikin.Xwepeşanderan bi hinceta ku timi İslam ü Hezreti Muhammed dipareze, posteren Serokomar Erdogan ü alaya Tirkiyeye vekirin.Filistini li bajaroka Naleyne ya Ramallaha bajare Şerieya Rojava ku di bine dagirkirine da ye, civiyan ü pankarten ku li ser "Pexember xeta sor e. Hey Resül de ü bave min ji te ra feda ne. Fransa dewleteke terorist ü nijadperest e" vekirin.Li gor daxuyaniya niviski ya ku ji Hereketa Cihada İslami ya Filistine hat dayin ji, ji ber ku Macron giringiye nade hesten Misilmanan, tundi ü nijadperestiye xurt dike.Berdevke Herekete Davud Şihab ji daxuyani da nüçegihane AAye ü wiha got, "Tirkiye li hemberi nijadperestiya Rojavaye alema İslame temsil dike ü Tirkiye wijdana zindi ya Misilmanan e."Bi heman awayi ji Hamase ji daxuyaniya niviski hat dayin ü hat gotin ku karikaturen ku bi hinceta azadiya vegotine ten weşandin ü gotinen fermi ü yen nefermi yen li Fransaye bi nefrin te şopandin.- Li Kuweyte berteka fermi ü bazirganiWezire Karen Derva ye Kuweyte Ehmed Nasir El Mihemmed El Sebah, Seroke Meclise Merzüq el-Ganim, Partiya Hereketa Qanüna Bingehin a İslami (HADES) ku şaxa siyasi ya Teşkilata Birayen Misilman (İxwan) e ü hin parlamenteran daxuyaniyen Serokomare Fransaye Macron ü weşandina karikaturen ku heqarete li Hz. Muhammed dikin, şermezar kirin.Ji aliye din va Yekitiya Kooperatifen Xeridaran ku li Kuweyte ji 70yi zedetir zinciren perakende endame we ne, diyar kir ku ji 23ye cotmehe pe va hemü beren Fransaye ji refan hatin rakirin.- Ji Qeter ü Korfeze bertekZaningeha Qetere bi hinceta "Bi qesti süistimalkirina sembol ü dine İslame" Hefteya Çande ya Frensi heta demeke ne diyar taloq kir.Bi heman awayi li Qetere marketen perakendeye yen navdar daxuyand ku beren Fransaye we ji refan werin rakirin.Di xwepeşandinen ku li Behreyne hatin lidarxistin da ji bi dowizen ku li ser "Ya Resülullah can ji te ra feda ne" helwesta diji İslame ya Fransaye hat protestokirin.Konseya Tevkariye ya Korfeze (KİK) ji daxuyaniyen Macron weke "wareste" penase kir ü diyar kir ku armanca van daxuyaniyan di nav gelan da belakirina çanda nefrete ye.- STKya Siüdi piştgiri da FransayeLi Erebistana Siüdi bangewaziya boykotkirina zincira supermarketa Frensi li ser medyaya civaki bü etiketa duyem a ku heri zede hat bikaranin.Digel ve berteka ser medyaya civaki ya Siüdi, Sekretere Gişti ye Yekitiya İslame ya Dinyaye Mihemed bin Ebdulkerim el-İsa, mulaqat da MBCya televizyona Siüdi ü wiha bang kir, "Li welaten ku Misilman le kem in, dive guh bidin qanünen wan welatan ü denge xwe dernexin."

Li Libyaye ji bo hikümete bangewaziya "peymana digel şirketa enerjiye ya Fransi betal bikin"

Li Libyaya ku Fransa bi we yeke te tawanbarkirin ku demeke direj e piştgiriye dide seroke derbekar e nemeşrü, Endame Konseya Serokatiye Mihemed Amari Zayid gotinen Macron şermerzar kir. Konseya Bilind a Dewlete ji di daxuyaniya xwe ya niviski da bangi hikümete kir ku peywendiyen aboriye yen digel Fransaye rawestine ü peymana petrole ya digel şirketa mezin a petrole ya Fransi Totale betal bike.

Bangewaziya bo reveberiya Cezayire ya "li hemberi Macron helweste nişan bidin"

Di daxuyaniya niviski ya Tevgera Civaka Aştiye ya li Cezayire da ji Serokomar Ebdulmecid Tebün hat xwestin ku li hemberi Macron helweste nişan bide.

Serokomari di seri da ji hemü saziyen dewlete hat xwestin ku gotinen Macron ben şermezarkirin ü her wiha bersiva we ji bi gaven diplomatik, siyasi ü abori be dayin.

Li Fase ji bo kampanyaya boykote piştgiriya mezin

Di daxuyaniya Wezareta Karen Derva ya Fase da ji wiha hat gotin, "Pekutiya weşandina karikaturen ku heqareti Hezreti Mihemed dikin, nişan dide ku fail ji xweragiriye dür in."

Di daxuyaniye da hat balkişandin ku heqareta diji dine İslame ü navtedan bi tu awayi nabe ku weki azadiya beyane were nirxandin.

Kampanyaya ku Fasiyan bi diruşma "boykota berhemen Fransi" roj ine dan destpekirin, li ser medyaya civaki berbelav dibe. Bi hezaran kesen ku di nave da birewer, akademisyen ü entelektuel ji hene, ji ser medyaya civaki piştgiriye didin boykote.

Li Libnane alaya Fransaye hat şewitandin

Li Libnana ku di diroka welet da Fransa weki dagirker te zanin, hem ji kuçeyan ü hem ji ji otoriteyen dini berteka diji Serokomare Fransaye Macron bilind bü.

Li bajare Trabluse ye Libnane komeke xwepeşanderan helwesta Fransaye ya diji dine İslame protesto kir. Xwepeşanderan alaya Fransaye şewitand, bertek nişani Macron da.

Li Urdine berhem ji refan hatin rakirin

Wezareta Karen Derva ya Urdine di daxuyaniya niviski da di dilqe azadiya beyane da weşandina karikaturan ü "hewildanen cudaxwaz en ku İslam ü terorizme keleka hev nişan didin" şermezar kir.

Cemaeta Birayen Misilman en li Urdine di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Fransa dive ji ber van heqareten xwe ji ometa İslame leborine bixwaze.

Bi heman awayi ji ser medyaya civaki hat xwestin ku berhemen Fransi be boykotkirin ü her wiha li welet li hin zincire marketan berhemen Fransi ji refan hatin rakirin ü weneyen ve yeke ji di çapemeniye da belav bü.

Li Misre ji Ezhere bertek

Li Misre Şexe El-Ezhere Ehmed Tayib ji di daxuyaniya xwe da wiha got, "Em niha rübirüyi kampanyayeke palnkiri büne ku dixwazin İslame kaşi nava pevçüneke politik bikin ü her wiha bi erişa mexsüs a diji Pexember ji dixwazin kaose derxin."

Li Tünise ji li başüre welet bi hezaran xwepeşanderen ku li parezgeha Tatavine kom bün, pankarten "Hezreti Mihemed hela me ya sor e" ü "Ya Resülallah de ü bave min fedayi te be" vekirin ü bang kirin ku berhemen Fransi ben boykotkirin.

Malezya

Li Malezyaye ji Seroke Lijneya Şewirmendiye ya Teşekula İslami (MAPIM) Mohd Azmi Abdul Hamid di daxuyaniya xwe ya niviski da wiha got, "Daxuyaniyen Macron, cehaleta wi ya der heqe İslam ü Misilmanan da nişan dide."

Mohd Azmi diyar kir ku Macrone behsa reftaren radikal en di nava Misilmanan da dike, yekali xeber dide ü wiha got, "Ev politikaya Macrone ku İslamofobi ü sücen nefrete yen diji Misilmanan şermezar nake, cesarete dide komen diji İslame yen li welate wi ü Ewropaye." -



 
Latest News





 
 
Top News